Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-07-19 11:38:58 STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbat herî dawî di 5’ê Hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.