Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin 2019-07-19 11:10:49 STENBOL - Li Balafirgeha Stenbolê di balafira ji DYA hat Tirkiye de 80 çek di walîzekî de hatin ditin.    Li Balafirgeha Stenbolê di operasyona ku yekîneyên Mufaza Gumrukê û polîsan bi hevre meşandin de, di walizê welatiyê Libyayî yê bi balafirê ji Welatê Yekbûyî yên Amarîka (DYA) dihat Tirkiye perçeyên çekan hat dîtin. Rêwiyê Libyayî ku bi balafirê ji DYA hat Tirkiye dema li balafirgeha Stenbolê daket, yekîneyên ewlehiyê, welatî xistin binçavan û walîzê wî kontrol kirin. Di walîz de 52 çekên lûledirêj û otomatik, 4 surguyê çekan, 9 lûleyê dirêj, perçeyên yedek ku di 13 torbeyan de hatin dîtin, bi giştî 80 çek hatin girtin.