‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’ 2019-07-19 11:10:10 AMED – Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê hikumetê di 20’ê tîrmehê de Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. OHAL 7 car hat dirêjkirin û 2 sal dewam kir û bi qanûnan mayînde kirin. Parlamentera HDP’ê Semra Guzel got “Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome.”    Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiyeyê hewla darbeyê pêk hat. Hikumeta AKP’ê vê hewldanê kir hêncet û di 20’ê Tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. Tevî ku rayedarên hikumetê gotin dê di nava mehek û du mehan de bê rakirin jî 7 caran dirêj kirin û 2 sal dewam kir. Di bin navê OHAL’ê de Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) weşandin û bi van KHK’iyan hemû beşên civakê para xwe jê girtin. Li gel ku OHAL piştî du salan di 18’ê Tîrmeha 2018’an de hat rakirin jî lê pêkanînên OHAL’ê yên li bajarên herêmê didomin.   BIRÊVEBIRINA BI KHK'IYAN   Di du salên OHAL’ê de 31 KHK hatin weşandin û bi van KHK’iyan bi hezaran mirov ji karê xwe hatin îxrackirin. Van KHK’iyan kirin qanûn û mayînde kirin. Di çarçoveya vê rewşa OHAL’ê de bi sed hezaran însan hatin binçavkirin û bi deh hezaran kes hatin girtin. Li gorî daneyên Platforma Mafên Mirovan a Hevpar (ÎHOP) ji 16’ê tîrmeha 2016’an heta 20’ê adara 2018’an herî kêm 228 hezar û 137 kes hatin girtin û wan şandin girtîgehan.    JI SIYASETMEDARAN HETA ROJNAMEGERAN HATIN GIRTIN    Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 9 wekîlên HDP’ê jî di nav de bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, parêzvanê mafên mirovan, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr hatin girtin. Bi ser sedî re hevşaredarên DBP’î dawî li wezîfeya wan anîn û hatin girtin. Bi ragihandina OHAL’ê re li girtîgehan şertên awarte û yên der mirovî hatin destpêkirin. Îşkence li girtiyan hat kirin û hemû mafên wan hatin desteserkirin. Ji ber şertên nebaş ên girtîgehan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da.    SAZÎ Û DEZGEHÊN MEDYA AZAD GIRTIN    Di rewşa awarte de saziyên çapemeniyê jî para xwe girtin. Di çarçoveya KHK’iyên hatin weşandin de gelek rojnam, televîzyon, radyo, malper û ajans hatin girtin. Ajansên wek JINHA, DÎHA, rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ozgur Gun TV, ÎMC TV, HAYAT TV, TV10, DENGE TV, AZADÎ TV, VAN TV, DÎJLE TV jî di nav de 174 sazî û dezgehên medyayê hatin girtin. Li gorî Ropora Çavdêriya Medya ya BÎA 315 rojnamger, nivîskarên kuncikan, berpirsên weşanan rastî cezayên hepsê û pereyan hatin. Li gorî rapora Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad a sala 2018’an jî 192 rojnameger girtî bûne.    BI HEZARAN KES HATIN ÎXRACKIRIN    Bi deh hezaran karmend û akademîsyen hatin îxrackirin. Sendîkayan û karmendan gotin hikumet dixwaze wan bi birçîbûnê terbiye bike. Di OHAL’ê de dest danîn ser pasaportên rojnameger, siyasetmedar, karmend, akademîsyenan û pasaportên ên îxrackirî hatin betalkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê li 5 hezar û 268 kesan îşkence û muameleya xerab hatiye kirin. Di serî de li Enqere û Amedê li gelek deveran welatî bi darê zorê hatin revandin û binçavkirinên der qanûnî pêk hatin.    ‘DARBEYA SIVÎL A AKP’Ê DIDOME’    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a bi KHK’ê ji wezîfeya xwe ya bijîşkiyê hat îxrackirin da zanîn ku her çiqas OHAL hatibe rakirin jî lê pêkanînên OHAL’ê didome û got: “AKP’ê krîza darbeye ji xwe re veguherand firsendê. Bi OHAL’ê her kesî kirin hedef. Hemû muxalîfan dorpêç kirin. Bi vê pêvajoyê êrîşî têkoşîn û destekftiyên jinan kirin. Pêvajoyek giran a binpêkirina mafan pêk hat. Bi mayîndekirinê OHAL didome. Pêkanînên di vê pêvajoyê de qewimîn hemû dij qanûnî û bêhiqûqî ne. Yanî mirov bi kurtasî dikare bêje ku darbeya sivîl ya AKP’ê didome. ”    ‘ÇAPEMENIYA AZAD RASTÎ DI TARIYÊ DE NEHIŞT’    Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî diyar kir ku saziyên çapemeniya azad jî ji OHAL’ê nesîbê xwe girtin û got: “OHAL’ê kîmyaya Tirkiyeyê xera kir. Ewil saziyên çapemeniyê kirin hedef. Zextên qedandina çapemeniya azad dan destpêkirin. Hemû weşanên çapemeniya azad hatin girtin. Dest danîn ser mal û milkên wan. Wek ganîmetê hat bikaranîn. Rojnamegerek nehat darizandin û ceza lê nehat birîn nema. Tevî hemû hewldanên bêdengkirna çapemeniya azad jî lê nikaribûn bêden bikin. Xebatkarên çapemeniya azad karkirinê bersivek mezin dan OHAL’ê û nehiştin rastî di tariyê de bimîne.”    MA / Ozgur Paksoy