Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê 2019-07-19 10:59:03   AMED – Rojên Fîlên Jinan a Gerok ku di 13'ê Tîrmehê de dest pê kir û li navçeyên Amedê tên pêşandan rastî eleqeyek mezin a jinan tê.  Rojên Fîlmên Gerok ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademisa Sînemaya Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemaya Mezopotamya di 13'ê Tîrmehê de dest pê kir, di roja 7'an de berdewam dike. Bernameya Rojên Fîlmên Jinan a Gerok ku her rojê li 2 navçeyan tê pêşandan hefteyek li pêy xwe hişt. Fîlman "Sibel" yê ku derhêneriya wê Çagla Zencîrcî û Guilloume Glovanettî dike, fîlmê "Borç" ku derhenirya wê Vuslat Saraçoglu dike, fîlma "Heta bêhna min diçike" ku derhênriya wê Emine Emel Balci dike û fîlmê "Kevok" ku derhêneriya wê Banu Sıvaci dike hatin pêşandan û derketin pêşberî sinemahezaran. Pêşandana fîlman ku di 13'ê Tîrmehê de dest pê kir, li Navçeya Farqînê dest pê kir û Parka Kinya Navin bi filma “Sibel” derket pêşberî gel. Bernameya fîlman li navçeya Gêl, Karaz, Erxenî, Çinar û Hezroyê hatin pêşandan. Fîlm rastî eleqeyek mezin a jinan hatin. Di roja 6'an de li navçeya Rezan li Parka Newrozê hat pêşandan.    Pêşandana fîlm a herî dawî îşev saet di 20.30’an de li Parka Tema ya Peyasê û Parka Koşuyolu ya Rezan wê bê pêşandan û bi dawî bibe.