Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin 2019-07-19 10:20:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Komek turîstên ji Herêma Kurdistana Federe yên li Trabzonê ji ber ala Herêma Kurdistanê hatin lînçkirin, piştî hatin binçavkirin, hatin der sînor kirin.  Komek turîstên ji 50 kesan pêk tên ên ji Herêma Kurdistana Federa ya Iraqê hatin Uzungol a navçeya Çaykara ya Trabzonê, duh xwestin bi ala Herêma Kurdistana Federe ya "Kurdistan" li ser nivîsandî wêne bikêşin, rastî bertek û êrîşên welatiyên derdor hatibûn. Hat diyar kirin ku ji koma turîstan a jin û zarok jî di nav de heyî 9 jê piştî êrîşên lînçê hatin binçavkirin û dûre hatin der sînor kirin. Hewldana lîncê ya bi saetan berdewam kir, ji aliyê welatiyên derdorêve bi kamerayan hatibû kişandin.    Walîtiya Trabzonê jî, derbarê bûyerê de daxuyanî da bû û ji bo turîstên Kurd ên rastî êrîşê hatibûn wiha got: "Me welatiyên bi eslê xwe ji Iraqî binçav kir û lêpirsîna pêwîst derbarê wan de da destpêkirin."   Serdozgeriya Komarê ya Trabzonê jî, daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku ji ber ala ‘Kurdistanê’ rakirine, piştî lêpirsînê ji bo werin dersînorkirin, wan 9 kes radestê dezgehên pêwendîdar kirine. Lê serdozgeriya Trabzonê û walîtaiya Trabzonê derbarê êrîşkaran de tu tişt ne gotin.    Piştî binçavkirin û lêpirsînê hate zanîn ku 9 turîst ji ber xwestine bi ala Herêma Kurdistanê wêne bikişînin, der sînor hatin kirin.