Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin 2019-07-19 09:12:01 EDENE - Rêvebirê DBP'a Edeneyê Halît Şaşmaz ku di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê de ye, diyar kir ku li dijî êrîşên derûnî û fizîkî yên li girtîgehê li ber xwe didin û ji bo vê bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.  Rêveberê DBP'a Edeneyê Halît Şaşmaz ku di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê de ye, ragihand ku zext û zoriyên derûnî û fizîkî yên li girtîgehê pir zêde bûne. Şaşmaz, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Her wiha Şaşmaz, ji bo vê bang li raya giştî jî kir û xwest her kes bibe dengê girtiyan.    'EM HATIN DERBKIRIN'    Şaşmaz, bi bîr xist ku di 17'ê Hezîranê de di operasyona li hemberî Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê de hatie binçavkirin. Şaşmaz, destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de, li korîdaroa edliyeyê bi muameleyên enbaş re rû bi rû amye û hatiye îşkencekirin û ji ber îdiayên pûç û beyanên şahidan ew û 6 kesên din hatine girtin. Şaşmaz, bilêv kir ku di 25'ê Hezîranê de dema wan birine Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin, lê belê ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine derbkirin û got: "Ez û 4 hevalên xwe li têketina girtîgehê hatin derbkirin. Ji ber me lêgerîna tazî qebûl nekir bia wayekî dijwar em hatin derbkirin. Hem li emniyetê, hem li edliyeyê û hem jî li girtîgehê em bi muameleyên nebaş re rû bi rû man."    Şaşmaz, bilêv kir ku gardiyan qawîşên kesên serbixwe li girtiyan ferz dikin û kesên vê yekê qebûl nakin jî tên derbkirin. Şaşmaz, got: "Xwestin me bibin qawîşa kesên serbixwe. Lê me ev yek qebûl nekir. Ji ber me qebûl nekir, hem bi awayekî derûnî hem jî fizîkî bi ser me de hatin û em derbkirin. Em û DAIŞ'î û FETO'yî di heman korîdorê de ne. Dixwazin me û wan di heman rojê de bibin cihê hevdîtinê. Li ser piyan nîzama leşkerî tê ferzkirin lê belê em vê ferzkirinêq ebûl nakin. Li hemberî van zext û zoriyan rojê em 6 caran çalakiyan li dar dixin. Em bang li raya giştî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku bibin dengê me."    MA / Hamdullah Kesen