Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn! 2019-07-19 09:09:22 AMED - Li Amedê, polîs Ugûr K. bi TOMA'yê Mehmet Tektekînê 85 salî ecinqadibû û kuştibû. Dadgehê tenê 2 sal û 9 meh û 10 roj ceza li Ûgûr K. birîn.  Li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê, dema Mehmet Tektekîn ê 85 salî lambaya sor pêketibû xwest derbasî wî aliyê rê bibe, TOMA'ya polîsan lê qelibîbû û Taştekîn birîndar kiribû. Tektekîn, piştî du rojan li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê ajovanê TOMA'yê polîs Ûgûr K. îfade dabû. Di rapora pêzaniyê de jî hatibû gotin, li gorî dîmenên MOBESE'yê di dema qezayê de nehatiye tespîtkirin ronahiyên çûnhatinê ji bo kîjan kêlekê ve pêketine û li gorî beyana ajovanê wesayîtê Ûgûr K. dema ronahiya kesk pêketiye wesayît derbas bûye û ji ber vê tu binpêkirina pîvanan nehatiye tespîtkirin. Di raporê de hat gotin ku kesên lêkolîn kirine di warê înformatîkê de tu perwedehî negirtine û ne pisporên vê yekê ne.    DI RONAHIYA SOR DE DERBAS BÛYE   Li ser vê der barê Ûgûr K. de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de hat xwestin ku ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Amedê jî dîmenên MOBESE'yê lêkolîn kirin û di lêkolîna dadgehê de aşkere bû ka bûyer çawa pêk hatiye. Di lêkolînkirina dîmenan de derket holê ku dema ronahiya sor pêketiye TOMA derbas bûye.    Dadger, diyar kir ku dîmenên kamerayan û rapora pêzaniyê Ûgûr K. wekî qisûrdar nîşandane û bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar kuştina kes" 2 sal û 6 meh ceza li Ûgûr K. birî. Dadger, ji ber bûyer bi zanebûnî pêk hatiye cezayê Ûgûr K. zêde kir û kir 2 sal û 9 meh û 10 roj.  Dadger, di biryara xwe de destnîşan kir ku ceza bi tu aqayî nayê taloqkirin û venaguhere cezayê pereyî. Li ser vê parêzerê bersûc ji bo îtirazê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê da.