Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye! 2019-07-19 09:08:47 WAN - Li Erdîşê, bi îdiaya "di hundur de terorîst hene" polîsan agir berdabû mala Ahmet Ataman û di malê de Ataman îşkence kiribûn. Di doza hat vekirin de bi hinceta "delîl kêm in" biryara "netebîqatê" hat girtin. Wê parêzer dosyeyê ji AYM'ê re bişînin.  Li Taxa Çelebîbagi ya Erdîş a Wanê, di 17'ê Mijdara 2016'an de bi îdiaya "di hundur de terorîst hene" polîsan agir berdabû xaniyê malbata Ataman. Di hundur de Hediye Ataman (43) şewitîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Di heman rojê de Ahmet Ataman jî hatibû binçavkirin, di binçavan de hatibû îşkencekirin û paşê hatibû girtin û 18 sal ceza lê hatibû birîn. Li ser vê parêzerên Ataman ji ber "îşkenceya hatiye kirin û bi awayekî xirab bicihanîan peywirê" li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê giliyê polîsan kiribûn.    Di lêpirsîna hat destpêkirin de dozgeriyê serî li îfadeya polîsên bi navê S.T., A.A. û K.A. da û li gorî îfadeyê wan, diyar kir ku ji ber delîl kêm in pêdivî bi teqîbata lêpirsîna hatiye vekirin tune ye.    Li ser vê parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Erdîşê da û îtiraz kirin, lê belê dadgehê îtiraza parêzeran red kir.    Piştî dadgehê îtiraz red kir, parêzer ji bo lêpirsîn ji nû ve bê dstpêkirin û bi awayekî çalak bê kirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.