ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-19 09:00:19 * Li Çewligê, avahiyên ji dema ermenanan mane yeko yeko xira dibin. Li herêmê deverên wekî îbadetxaneyên dihatin bikaranîn piranî hilweşiayne û ên mayî jî wekî axur tên bikaranîn.  * Zozanên Kahniya Sûlavê, Tamzûrê û Embarê ku nêzî 14 hezar pez lê tên çêrandin, niha hindik mane hişk bibin. Gundiyan, bilêv kir ku ji ber li van deran baran pir nebariyaye giha şîn nehatiye û ji niha ve ketina etra çêrandina pezên xwe.    * Li Erdîşê, bi îdiaya "di hundur de terorîst hene" polîsan agir berdabû mala Ahmet Ataman û di malê de Ataman îşkence kiribûn. Di doza hat vekirin de bi hinceta "delîl kêm in" biryara "netebîqatê" hat girtin. Wê parêzer dosyeyê ji AYM'ê re bişînin.    * Li Amedê, polîsê bi navê Ugûr K. bi TOMA'yê Mehmet Tektekînê 85 salî ecinqadibû. 2 sal û 9 meh û 10 roj ceza li Ûgûr K. hat birîn.    * Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, "Operasyona Pençe"yê ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê daye destpêkirin nirxand û got: "Eger polîtîkayek 150-200 sal in bi ser neketibe, wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve."    * Li Dîlokê, piştî germahî tam dest pê kir hişkirina îsot, bacanên reş, xirtik û ecûran jî dest pê kir.    * Rêvebirê DBP'a Edeneyê Halît Şaşmaz ku di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê de ye, diyar kir ku li dijî êrîşên derûnî û fizîkî yên li girtîgehê li ber xwe didin û ji bo vê bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan.    * Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarên Peyasê wê têkildarî mizgeftên li dijî mîmariyê tên avakirin li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Şaredariyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê wê rapora têkildarî welatiyên ku di salên 2008-2018'an de li bajarên herêmê maşîneyên zirxî li wan qelibû û jiyana xwe ji dest dan bi raya giştî re parve bike. (11.30)   * Platforma Mexdûrên KHK'ê yên Edeneyê wê têkildarî mijarê li Parka Îsmet Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. ( 12.30)   * Baroya Amedê wê têkildarî kuştina Tahîr Elçî li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 185’an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)    * Hiqûqnas, bi tevlêbûna Serokê Baro wê li pêş Ediyeya Wanê nobeta Edaletê bigirin. (13.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amdê wê têkildarî mîtinga 22'ê Tîrmehê ku li qada Îstasyonê bê li dar xistin li şaxa SES'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)