Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin 2019-07-19 08:44:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên TSK'ê şevê din saet di 00.15'an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombe kir. Balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) şevê din saet li derdora 00.15'an de Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombe kir. Li gorî nûçeya Roj Newsê; li gel balafirên şer balafirên keşfê jî li ser Wargehê firiyan. Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin balafirên şer herêm bombe kirine. Ji wêneyên hatine kişandin jî tê fêm kirin ku li herêmê welatî hene û welatiyên Mexmûrê kirine armanc. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên ji Wargehê sivik birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.     TSK'Ê BERÊ JÎ MEXMÛR BOMBE KIRIBÛ    Di 13'ê Kanûna 2018'an de jî balafirên şer ên Tirk bombe li Penaberên Mexmûrê barandibû û di bomberdûmanê de  Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dabûn.    Di 6'ê Kanûna 2017’an de jî balafirên şer ên Tirk li Mexmûrê dabûn û di bombebaranê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dabûn.