HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir 2019-07-18 16:41:59     WAN - Hevşaredarê Erdîşê Mahmût Pala bi hinceta ku KHK'ê hatiye îxrackirin YSK'ê mazbataya wî nedabû. Desteya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê li şûna Pala, parêzer Bayram Çîçek ji bo hevşaredariyê diyar kir.   Hevşaredarê Erdîşê Mahmût Pala yê di hilbijartia 31’ê Adarê de hatibû hilbijartin, bi hinceta ku bi Biryara di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatiye îxrackirin Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbataya wî nedabû. Desteya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê ji bo kesekî di şûna Mahmût Pala de bidin diyarkirin, xebat dabûn destpêkirin û bi koma meclîsê ya şaredariyê re civiya. Desteya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê li avahiya HDP’ê ya navçeyê li şûna Mahmût Pala, parêzer Bayram Çîçek ji bo hevşaredariyê diyar kir.