Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin 2019-07-18 16:27:46 AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven derbarê axaftinên xwe yên têkildarî operasyona TSK'ê ya li dijî Herêma Kurdistana Federe pêk tîne de, bang li Mesûd Barzanî kiribû û ev axaftin di raya giştî ya Herêmê de hat nîqaşkirin daxuyanî da. Guven, diyar kir ku axaftina wê ji konteks û merama xwe hatiye dûrxistin. Guven got: "Kek Mesûd Barzanî xwedî wê mîsyonê ye ku dikare ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd hewl bide."     Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di Konferansa Herêma Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di 14'ê tîrmehê li Amedê hat lidarxistin de, axivîbû.    Guven di axaftina xwe de têkildarî operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya li dijî qadên Herêma Kurdistana Federe bang li Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû û gotibû "Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin. Mesût Barzanî gotibû ‘em Birakûjiyê’ naxwazin. Ger naxwaze, wê demê divê wê axê ji bo Tirkiye veneke. Ew der ne tenê axa PDK'ê ye, axa hemû gelê kurd û Başûr e."    Ev axaftina Guven di medya civakî û raya giştî ya Herêma Kurdistana Federe de hatibû nîqaşkirin û berevajî kirin. Guven têkildarî van nîqaşên li ser axaftina xwe, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyaniya Guven a derbarê vê nîqaşê de wiha ye:   "Di 14’ê Tîrmeha 2019’an de li Amedê di konferansa herêmî ya HDP’ê li dar xistibû de, min bi ser navê Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk axaftinek kir. Ew axaftin li ser medyaya civakî û di raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de hate nîqaşkirin. Di axaftina xwe de min operasyonên leşkerî ya Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê nirxand û min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kek Mesûd Barzanî daxwaz kir ku li dijî van operasyonan xwedî helwestekê bin. We ku tê zanîn Kek Mesûd Barzanî berê gelek caran gotibû 'Ez ê êdî tu carî nehêlim ku kurd bi hev du re şer bikin' û min gelek girîngî da vê axaftina wî û nirxandinên xwe li ser wî esasî kiribûn.    AXAFTINA MIN JI KONTEKSÊ HAT DÛRXISTIN   Di wê axaftinê de armanca min ew bû ku balê bikişînim ser xetereya operasyonên leşkerî yên li ser gelê Başûrê Kurdistanê û pêdiviya avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd û pêkanînan xeteke palpiştiya neteweyî bînim ziman. Lê mixabin axaftina min ji konteks û merama xwe hate bidûrxistin û xelet hate şîrovekirin. Ji ber vê rewşê ez gelek xemgîn im.    KEK MESÛD DIKARE JI BO YEKÎTIYÊ HEWL BIDE   Her çend Kek Mesûd Barzanî îro bi awayekî çalak siyasetê neke jî, em baş dizanin ku gelê Kurdistanê wî ji nêz ve dizane û dişopîne û mîsyoneke wî ya girîng, dîrokî û siyasî heye. Kek Mesûd bi vê mîsyona xwe ya siyasî, bi têkoşîna xwe û bi tecrûbeyên xwe, dikare di demeke ku Rojhilata Navîn û Kurdistan bûye deryaya xwînê, rê li ber van rageşî û berberiyan bigire, diyalog û guftûgoyê esas bigire û ji bo encamgirtina xebatên yekîtiya neteweyî hewl bide. Bi raya me, ev bendewariya derbarê Kek Mesûd de helwesteke welatparêzî û Kurdistanî ye. Gelê me jî baş dizane ku di dema proseya referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê û hemû xetereyên li ser gelê me yê başûr de, helwesta Kongreya Civaka Demokratîk cihekî giranbuha digire.    Hemû nirx û destkeftiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, destkeftî û nirxên gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku axaftina min jî li dor vê çarçoveyê bê fêmkirin û ji meram û armanca xwe neye bidûrxistin.   Rêz û silavên xwe pêşkêş dikim."