ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin 2019-07-18 15:58:32 ENQERE - Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê tekildarî Merve Demîrel a bi zorê hat binçavkirin û rastî tundiya polîsan hat, daxuyanî dan û diyar kirin ku polîsan di bin çavan de bi zore laçika Demîrel ji serê wê derxistkine.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqere, têkildarî Merve Demîrel a di 12'e Tîrmehê de dema li Kolana Yukselê ya Enqereyê piştgirî da çalakiyê û rastî tacîza zayendî ya polîsan hat, di serdegirtina malê de jî hatibû binçavirin û rastî tundiya polisan hatibû. Merve Demîrel, têkildarî serpêhatiya xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê da. Rêvebera ÎHD'ê ya Enqereyê Melike Gîray, diyar kir ku kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin û li kolana Yukselê çalakiya xwe li dar dixin, tundî û zexten li ser wê didomin. Gîray, anî ziman ku bavê Merve Demîrel jî hatiye binçavkirin û xwişka wê Bengisu Demirel jî hatiye binçavkirin. Gîray, anî ziman ku beriya Merve Demirel bê binçavkirin rastî tacîza polîsan hatibû û wiha got: "Serê Demirel li hesinê erebê xistibûn. Zend û piyê wê reş û şîn bûbûn. Ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyê hatibû.    Gîray, anî ziman ku bi zorê laçika Merve ji serê wê derxistine û xwest rayedarên ku îşkenceyê dikin bi lez dawî li îşkenceyê bînin û tundiya polîsan a li dijî Merve Demîrel bi dawî bibe.