Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin 2019-07-18 15:45:17   MÊRSÎN - Cenazeyê Halîs Çoşkûn ê hat îdîakirin ku li Girtîgeha Tarsûsê dawî li jiyana xwe anîn, hat definkirin. Polîsan destûr nedan ku konê tezîyê yê Coşkûn bê vedan.    Cenazeyê girtiyê edlî Halîs Coşkûn ê hat îdîakirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê dawî li jiyana xwe anî, ji aliyê malbatê ve li Mêrsînê hat definkirin. Nehat zanîn ku ka Coşkun çima dawî li jiyana xwe aniye. Ji bo otopsiye cenazeyê Coşkun rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) û piştî karê otopsiyê cenaze radestî malbatê hatibû kirin.   Cenaze di bin dorpêça polîsan de, li Goristana Guneykent a navçeya Toroslar a Mêrsînê hat definkirin. Polîsan dûre destûr nedan ku konê tezîyê yê Coşkûn bê vedan.