‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye' 2019-07-18 14:25:21 ÎZMÎR – Şaxa DAD'ê ya Îzmirê têkildarî kuştina 2 zarokên xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên di encama teqîna berhemên eskerî de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da. DAD'ê diyar kir ku paqijkirina deh hezaran mayînên di axê de hatine çandin erka wîcdanî, sincî û hiqûqî ye.  Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) ya Îzmirê têkildarî kuştina 2 zarokên xwiş û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên li navçeya Pilûrê ya Dersimê di encama teqîna bermahiyên eskerî de jiyana xwe ji dest dan, daxuyani da. DAD'ê li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de rêveberên HDP'ê û Partiya Pêşeroja Çepgir û Keskan jî amade bûn. Dîsa gelek nûnerên rêxistinên civakî jî piştgirî dan daxuyaniyê. Li ser navê komeleyê Rêveberê ŞAxa DAD'ê ya Îzmirê Zeynel Bozkurt daxuyanî da. Bozkurt, anî ziman ku paqijkirina 10 hezar bermahiyan erka wîcdanî, sincî û mirovahiyê ye û wiha got: "Divê şerê bûye sedema kuştina Ayaz û Nupelda bi dawî bibe. Gele Tirkiye êdî nikare travmaya şer rake.    Bozkurt, herî dawî anî ziman ku xwezaya wan û çiyayê wan mala hemû alemê ye û wiha bi dawî kir: Divê mirov êdî dest ji fikra xwe di ser her tiştî re dibîne berde. Divê dest ji bê hediya xwe ya ku hed nizane berde.  Em bang li her kesî dikin ku ji bo jiyanê hestiyar tev bigerin  heviya jiyana hevpar xurt bikin."