Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin 2019-07-18 14:18:30 MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji bo mîtînga "Li dijî şer çareseriya demokratîk" ya di 22'yê Tîrmehê de li Amedê bê lidarxistin, bang hat kirin.    Dê di 22'ê Tîrmehê de roja yekşemê li Amedê bi dirûşma "Li dijî şer çareseriya demokratîk" mîting bê lidarxistin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê da û gelê Mêrdînê vexwend mîtinga ku ew ê li Amedê bê lidarxistin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê, Eylem Amak hat xwendin.    'EM GELÊ MÊRDÎNÊ DAWETÎ MÎTÎNGA AMEDÊ DIKIN'   Eylemê zimanê hukumetê rexne kir û wiha got:"Îktidara îro ya ku dixwaza li ser piyan bisekine, di serî de zimanê tundiyê bi kar tîne, polîtikayên îmha û inkarê dike meriyetê û komkujiya demokrasiyê pêk tîne. Faturaya konsepta şer jî ji kesên xizan tê birîn. Me ji roja ewil de li dijî sîstema yekmêrî têkoşîna xwe kir. Me her helwesta xwe ya wekheviyê û qada jiyana hevpar parast. Em ê her aştiyê bixwazin û li dijî zihniyeta yekperest li berxwe bidin. Em hemû gelê Mêrdînê dawetî mîtinga ew ê di 22'ê Tîrmehê roja yekşemê li Qada Îstasyona Amedê ew ê were lidarxistin dikin. "