Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn 2019-07-18 13:25:32   AMED - Li Amedê di qezaya trafîkê de 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.   Li Amedê li ser rêya bejahî ya Rihayê li Duryana Kantarê di encama lihevketina du wesayitan de qezaya trafîkê pêk hat. Di encama qezayê 2 jê zarok bi giştî 5 kesên di wesayitan de birîndar bûn.   Birîndar, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ya Perwerde û Lêkilînê.