Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin 2019-07-18 13:03:03   STENBOL – Dozger mutala derbarê Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu de eşkere kir û xwest bê cezakirin û ji hemû mafên siyasî bê mehrûmkirin. Dadgehê doz taloq kir. Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu 7 sal berê di hesabê medya civakî de hin nivîs parve kiribû. Bi angaşta “Heqaret li Serokkomar kiriye”, “Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye”, “Gel arasteyî kîn û dijminiyê kiriye”, “Heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” doz li Kaftancioglu hat vekirin. Danişîna duyemîn a doza Kaftancioglu li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Komek parêzer û CHP’î doz şopandin. Li ser biryara serokê dadgehê rojnamegeran bernedan hundir.     KAFTANCIOGLU: KUŞTINA 3 JINAN NAYÊ QEBÛLKIRIN    Kaftancioglu di danişînê de bi berfirehî parastina xwe kir û got ev doz dozek ji rêzê nîne û doza cezakirinê ye. Kaftancioglu da zanîn ku wê di çarçoveya azadiya raman û xweîfadekirinê de parve kirin pêk aniye. Kaftancioglu anî ziman ku nahêlin muxalefet siyasetê bike û got: “Tu tiştek bi qasî ku em muxalefetê bikin xwezayîttir nîne.” Kaftancioglu got dê tu darizandin û cezakirin nikaribe siyaset û têkoşîna wan asteng bike û ew ê têkoşîna xwe berdewam bike. Kaftancioglu diyar kir ku twîtek wê derbarê sê jinên siyasetmedar ên kurd ku di 2013’an de li Parîsê hatin kuştin parve kiriye û got: “Parvekirinên min ên derbarê her sê jinan (Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan) nabe propaganda rêxistinê. Înfazkirina bêdaraz a 3 jinan nayê qebûlkirin.”    Dozger twîtên Kaftancioglu xwend û mutala xwe eşkere kir. Dozger xwest cezayê hepsê li Kaftancioglu bê birîn û ji hemû mafên siyasî bê mehrûmkirin.    Dadgehê doz taloqî 6’ê îlonê kir.