Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî 2019-07-18 12:54:03 EDENE – Li Girtîgeha Tarsûsê hat angaştkirin ku girtiyê bi navê Halîs Coşkun dawî li jiyana xwe anî. Li Girtîgeha Jimara 3’an a Tîpa T a Tarsûsê hat angaştkirin ku girtiyê bi navê Halîs Coşkun dawî li jiyana xwe anî. Nehat zanîn ku ka Coşkun çima dawî li jiyana xwe aniye. Ji bo otopsiye cenazeyê Coşkun rakirin Saziya Tiba Edlî. Piştî karê otopsiye cenaze radestî malbatê hat kirin û malbat ji bo cenaze veşêre bir Mêrsînê.    Cenaze dê li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê bê definkirin.    Malbata Coşkun da zanîn ku derbarê bûyerê de tu tiştek zelal nizanin û rêveberiya girtîgehê ji wan re ragihan diye ku zarokê wan întîxar kiriye.