Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da 2019-07-18 11:25:40 ENQERE - Karkerê înşateê Mehmet Hasçelîk ê 35 salî ji qata 15'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da.  Karkerê înşaetê yê 35 sali Mehmet Hasçelik ku li navçeya Keçîoren a Enqereyê karê înşaetê dikir, ji qata 15'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) têkildarî bûyerê li ser hesabê tora civakî agahî dan û diyar kir ku Mehmet Hasçelîk ji navçeya Ebexe ya Wanê ye û 35 salî ye. ÎSÎG'ê da zanîn ku Hasçelîk dema karê înşaetê dikir ji qatê 15'an ketiye xwar û jiyana xwe ji dest daye.