Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir 2019-07-18 10:50:20 AMED – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwest li Amedê şahiyê li dar bixe. Polîsan mudaxeleyî şahiyê kir. Di mudaxeleyê de polîsan guleyên plastîk berda çîpên Umîk Akbiyik û ew birîndar kirin.  Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwest li Amedê bi dirûşma “Nebe muptela, azad bibe” di 16’ê tîrmehê de li Parka Sumerê şahî li dar bixe. Polîsan bi hêceta “ewlehiyê” şahî asteng kir û bi astengiyê re jî mudaxeleyî ciwanan kir. Di mudaxeleyê de polîsan guleyên plastîk berda çîpên endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Umît Akbiyik. Akbiyik ji çîpên xwe birîndar bû û çîpên wî reş û şîn bûn û kêm girtin.  Akbiyik da zanîn ku ew li gel birîndarkirina bi guleyên plastîk polîsan şidet lê kiriye û beriya niha jî polîsan gelek caran wî binçav kiriye û gef lê xwarine. Akbiyik anî ziman ku polîsan di mudaxeleyê de bi zanebûn gule berdane wî. Akbiyik got zextên li ser wan polîtîkaya dewletê ya li dijî ciwanan dide nîşandan.  Akbiyik çû serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) da û giliyê polîsan kir.