Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin? 2019-07-18 10:46:36 EFRÎN – Li gor çavkaniyekê bi ewle diyar kirin, li Efrînê MÎT bi endamên ENKS’ê re civînek lidarxistiye û di civînê de hatiye diyarkirin ku ji bo çalakiyên serkeftî yên di Efrînê de bên qelskirin pêwîste di Rojhilatê Sûrî bi taybet jî di heremên serbûxwe de bûyerên teqînê bên rûdan û valatiyekê ewlekariyê bê derxistin. Hat destnîşankirin ku eger ev plan bi ser bikeve mimkûne dewleta tirk operasyonek giştî jî pêk bîne.    Hat diyarkirin ku ji ber komên girêdayî TSK'ê yên di Efrînê de ji ber çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên serkeftî tengav bûne, serî li riyên cur bi cur didin. Li gor çavkaniyekê bi ewle diyar kirin, di 12.07.2019’an de di seatên piştî nîvro de MÎT û ENKS’ê li avahiya Navenda Meclîsa Heremê ya li Efrînê civînek awarte lidarxistine. Civîna ku di pêşengtiya endameke payabilind a MÎT’ê yê bi navê qod Kevser de zêdetirê 2 seat dom kiriye pêk hatiye. Bi endamên ENKS’ê yên ku wek e ekîba Îbrahîm Biro, Evdilhekîm Beşar, Fûad Elîko tên zanîn re hatiye çêkirin.    XWESTIN ENKS DÎPLOMASIYÊ PÊŞ BIXIN   Çavkaniya bi bawerî, destnîşan kir ku madeyên rojeva civînê ya sereke li ser çalakiyên ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê tên kirin bû. Çavkanî, ragihand ku endamê MÎT’ê yê bi qodê Kevser ku civînê birêve dibir, diyar kiriye ku van çalakiyan heman komên çekdar ên girêdayên wan û hem jî ewlehiya bajêr bêzar kiriye û ji bo vê jî divê plansaziyek xûrt bê derxistin. Hat diyarkirin ku di civînê de biryara ji bo pêşî li çalakiyên di Efrînê de pêk tên bê girtin divê yekîneyên van hêzan yek bi yek îmha bikin eger nebe jî wan bixin bin qontrola xwe. Di civînê de hatiye destnîşankirin ku divê ENKS bi awayek fermî di asta navneteweyî de pêlekî zextê (dîplomasî bê meşandin) bide destpêkirin da ku çalakiyên ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve tên kirin bidin rawestandin.    ARMANC ROJHILATÊ FIRATÊ YE   Çavkanî, ragihand ku dê endamên ENKS’ê yên ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerde kirin ji Efrînê bişînin Rojhilatê Firatê û aktîv bikin, ji bo di hêla ewlekariyê de valatî bê derxistin hin teqînên ku di nava civakan de deng derbixe pêk bînin û li hemberê rêveberiya PYD’ê bê bawerî ava bikin. Hat destnîşan kirin ku ev endamên ENKS’ê dê bi taybetî li Minbic, Hesekê, Tebqa û hin bajarên herêma Cizîrê bên belav kirin û ev kesên bên şandin dê li gor talîmatên MÎT’ê tevbigerin.  Di civînê de hatiye gotin ku ji bo bê bawerî li hemberê Asayîş, Rêveberiya Xweser an jî tevahî QSD’ê çêbibe, pêwîst bike dê wek e hêzên dewleta tirk an jî MÎT teqînên bên kirin bigire serxwe.  Çavkanî, diyar kir ku di civînê de nîqaş hatiye kirin ku eger ev plan bi ser bikeve mimkûne leşkerên dewleta tirk operasyoneke êrîşê ya giştî li ser Rojhilatê Firatê pêk bînin.    Di nava hefteya dawî de TSK'ê gelek esker û amûrên eskerî sewqê sînorên Rojava û Bakûrê Kurdistanê kirin.    MA / Erdogan Altan