HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe 2019-07-18 10:39:23 ENQERE – Rêxistina HDP'ê wê ji bo "Makeqanûna Demokratîk" civînên gel pêk bîne. Di çarçoveya civînên gel de wê ji bo aştiyek bi rûmet û mayinde û li dijî şer li herêmê 5 mîtîngan li dar bixe.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna 10'ê Tîrmehê ku bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û endamên meclîsa HDP'ê li Amedê pêk hat bi raya giştî re parve kir.    HDP'ê di encamnameyê de diyar kir ku wê li dijî tecridê û faşîzmê heta dawî têbikoşin û wê îktîdarê dawetî demokrasiyê bikin. HDP'ê anî ziman ku ji bo îktidarê bikişînin nava daxawzên civakê yên demokrasî, aştî û azadiyê bi îktîdarê van daxwazan bidin qebûlkirin wê têkoşîna xwe bilind bikin.    HDP'ê bi çend xalan encamname wiha parve kir:    “* HDP, ji bo berpirsiyariya Îtîfaqa Demokrasiyê bi hêz bibe çi bikeve ser milê wê wê bike.    * Wê seferberiya me ya rêxistinbûnê bê navber bidome. Rêxistinên me yên navçe û bajaran kampanya endamtiyê daye destpêkirin.    * Pirsgireka Tirkiye ya sereke nebûna makeqanûna demokratik e. Partiya me ji bo makeqanûna demokratîk ku gelan û baweriyên cuda dixe nava xwe dest bi xebatê kiriye. HDP wê qakeqanûna li ser Lihevhatina civakê esas bigire.    * Wekî HDP'ê ji bo makeqanûna demokartîk çi berpirsiyarî têkeve ser milê wan wê bike. Ji bo paketa ‘Reforma Darazê wê fikr û nerînên rêxistinên civakên demokratîk bistinin.    * HDP ji bo kesên ji ber fikrên xwe û gotinên xwe hatin girtin bên berdan, ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiquqnas. parazvanên mafên mirovan, akademîsyen xwendekarên zanîngehê karibin ji ber fikrên xwe û îfadeyên xwe yenên darizandin û girtin, di bin navê ‘Ji siyaseta demokratîk û raramê re azadî" we kampanya bidin destpêkirin. Civînên gel û mîtingan li dar bixin û kampanyayê îmzeyan bidin despêkirin.    * Li dijî krîza abori ji bo re li pêş xizanî û betaliyê bigirin wê pergala kooperatifler, komînên aborî, torên piştevaniyê û hwd bi rêxistin bikin .   * Li dijî polîtîkayên şer ji bo aştiyek makiyde û demokratîk we civînên gel, panel, gotibêj û mîtîngan li dar bixin. Di vê çarçoveyê de wê li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Îzmirê mîtîngên bi dirûşmeya "Ji şer re na, ji muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet re hema niha" mîtîngan li dar bixin. Mîtînga ewil di 22'ê tîrmeha 2019'an de wê li Amedê dest pê bike. Di 1'ê Îlonê de jî wê li gelek bajarên cuda mîtînên bajaran li dar bixin.