Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît 2019-07-18 10:00:18 ŞIRNEX – Serokatiya Meclîsê ku berê peyvên "Erdnîgariya Kurd" û "Komkujiya Roboskê" wekî peyvên qibe û birindar dike nirxandibû, niha jî têkildarî gotinên Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz a der barê şewatên daristanê yên li herêmê ku gotibû "Bajarê Kurdan" wekî peyva "qibe û birîndar dike" dît.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, meha borî têkildarî operasyonên eskerî û şewitandina daristanan a li herêmê li meclîsê pirsname dabû meclîsê û xwestibû Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîr bibersivîne. Kaçmaz, bal kiyandibû ser şewata daristana li Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta û bajarên herêmê. Lê meclîsê li şûna pirsnameya Kaçmaz bibersivîne, bêyî bibersivîne paşve şand û red kir. Serokatiya Meclîsê bi hinceta gotina "Bajarê Kurdan" peyvek "qebe û birîndar dike" pirsname red kir. Serokatiya Meclîsê bi îmzeya Serokê Meclîsê Mustafa Şentop bersîv da û got: "Peşvê di pirsnameyê de qibe û birîndar dike hatine dîtin. Şentop, bi hinceta li gorî rêziknameya hundir ne guncav e wê bersîv neyê dayîn, pirsname red kir.    Serokatiya Meclîsê berê jî peyvên "Erdnîgariya Kurd" û "Komkujiya Roboskê" wekî peyvên "qibe û birindar dike" nirxandibû.