Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir! 2019-07-18 09:47:52 MÊRDÎN - Derket holê ku Miftîtiya Mêrdînê, di dema qeyûm de li erseya şaredariyê mizgeft çêkiriye. Miftîtiyê, ji şaredariyê xwest erseya ku bi awayekî qaçax mizgeft lê hatiye çêkirin tahsîsî wan bê kirin.    Derket holê ku li Goristana Kamor a navçeya Artûklû ya Mêrdînê miftîtiyê, di dema qeyûm de bi awayekî qaçax li erseya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê mizgeft çêkiriye. Piştî miftîtiyê ji şaredariyê xwest erse tahsîsî wan bê kirin, ev yek aşkere bû.   Di dema rêveberiya DBP'ê de plana avadaniyê ya erseya navbirî wekî îbadetxaneyê hatibû sererastkirin. Lê ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin rêveberiya DBP'î nikaribû dest bi çêkirina mescîdê bike. Her wiha ji ber vê yekê wê demê rêveberiyên DBP'î bi îdiaya "Şehîtgeha PKK'iyan çêdikin" hatibûn atwanbarkirin û der barê wan de doz hatibû vekirin.    Miftîtiyê nêviyê mizgeftê çêkir, lê belê piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de rêveberiya şaredariyê ket destê HDP'ê, miftîtiyê ji şaredariyê xwest erse tahsîsî miftîtiyê bê kirin. Rayedarên şaredariyê jî diyar kirin ku îneşata mizgeftê bi awayekî qaçax hatiye çêkirin û projeya îbadetxaneya li erseya heyî projeya wan e û erse ya şaredariyê ye.    Li ser vê miftîtiyê jî çêkirina înşeata mizgeftêd a sekinandin. Rayedarên şaredariyê pêşniyar kirin ku divê mizgeft di bin banê şaredariyê de be. Lê belê miftîtiyê jî ji bo tahsîskirina erseyê israr kir.    Hevdîtinên di navbera saziyan de didomin. Piştî hevdîtin zelal bibin wê aqûbeta mizgeftê jî zelal bibe.    MA / Ahmet Kanbal