'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin' 2019-07-18 09:09:33 RIHA - Hevserokên HDP û DBP'a Pirsûsê ku beriya Komkujiya Pirsûsê pêk bê hevdîtin bi qeymeqam û midûrê emniyetê re çêkiribûn, diyar kirin ku ji o tevdîr bên girtin wan hevdîtin bi qeymeqam û midûrê emniyetê re çêkiriye, lê belê wê rojê tu tevdîr nehatine girtin.    Ciwanên ji bo biçin Kobaniyê û piştevaniya zarokên Kobaniyî bikin bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatibûn Pirsûs a Rihayê, di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê bi êrîşeke xwekujî ya DAIŞ'ê re rû bi rû man û di wê êrîşê de 33 kes jiyana xwe ji dest dan. Şahidên roja bûyerê tiştên wê rojê qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    'BERIYA TEQÎNÊ BI ROJEKÊ EM ÇÛN CEM QEYMEQAM'   Hevserokê HDP'a Pirsûsê yê wê demê Suphî Koçyîgît, bilêv kir ku roja bûyerê li Navenda Çandê ya Amarayê bûye û beriya teqînê bi saetekê hevdîtin bi nûnerên SGDF û ESP'ê re çêkiriye û bernameya ku dê bê lidarxistin careke din nirxandine. Koçyîgît, bilêv kir ku beriya bûyerê bi rojekê Qeymeqamê Pirsûsê li wî geriyaye û jê xwestiye hevdu bibînin. Koçyîgît, diyar kir ku li ser vê çûye qeymeqamtiyê û di dema hevdîtinê de midûrê emniyetê yê navçeyê jî li wir bûye. Koçyîgît, destnîşan kir ku naveroka hevdîtinê ji bo tevdîrgirtina ji bo çalakiya ku dê ciwan li dar bixin bûye û qeymeqam gotiye wê ji derveyî bajêr bis edan kes bên û ji bo provakasyon çênebin divê hin tevdîr bên girtin û gotiye: "Hêzeke me yî ku tevdîran bigire tune ye, ji ber vê divê hûn tevdîran bigirin."    Koçyîgît, destnîşan kir ku piştî vê hevdîtina dûr û dirêj li hev kirine.    ‘EM LI BAXÇE KOM BÛN'    Koçyîgît, bilêv kir ku wê rojê serê sibehê zû çûne Navenda Çandê ya Amarayê û got: "Dema em gihaştin navenda çandê me dît ku gelek kes hatine. Hin jê jî di rê de bûn. Hîn em li benda hevalên di rê de bûn, em pê hesiyan ku di têketina Rihayê de 3 kes hatine binçavkirin. Em li qeymeqam geriyan û me xwest der barê vê yekê de em serwext bikin. Ji me re got wê piştî demeke kurt bên berdan û paşê em li baxçeyê navendê kom bûn."    'JI BO 20 KESÎ DESTÛR DAN'    Koçyîgît, bilêv kir ku qeymeqamê wê demê gotiye ew ê destûrê nedin hemû kesan ku sînor derbas bikin û gotiye: "Di nav xwe de 20 kesî diyar bikin. Em ê destûra 20 kesî bidin." Koçyîgît, diyar kir ku li ser vê wan 20 kes diyar kiriye. Koçyîgît, anî ziman ku piştî vê wan ji bo çapemeniyê daxuyaniyek daye, lê belê di dema daxuyaniyê de ew çûye baxçeyê navenda çandê û piştî çend deqeyan şûn de teqîneke mezin çêbûye.    'JI XEYNÎ PIRSÛSÊ LI HER DERÎ TEVDÎR HATIN GIRTIN'   Koçyîgît, anî ziman ku dema teqîn çêbûye demildest derketiye derve û wexta derketina derve çermên mirovan bi ser wan de bariyaye û li erdê bi dehan bedenên perçekirî hebûne. Koçyîgît, destnîşan kir ku tevdîrên diviya qeymeqamtî û midûriyeta emniyetê bigirin nehatine girtin û piştî teqînê wan bi telefonê xwe negihandiye qeymeqam û midûrê emniyetê. Koçyîgît, got: "Polîsên berê tim li her derê navçeyê bûn wê rojê nedixuyan. Wê rojê ji xeynî Pirsûsê li her derî tevdîr hatibûn girtin."   Şahidê komkujiyê Hevserokê DBP'ê Mehmet Koştî jî, diyar kir ku ew jî tev li hevdîtina bi qeymeqam û midûrê emniyetê re hatibû kirin bibû û got, di hevdîtinê de qeymeqm îdia kiriye ku wê ciwan provakasyonê bikin.    ‘TEVDÎR PIŞTÎ TEQÎNÊ HATIN GIRTIN'    Koştî, destnîşan kir ku ciwan êvara 19'ê Tîrmehê ber bi Pirsûê ve hatine û got: "Ciwanên bi şev hatibûn pir biheyecan bûn. Heta derengê şevê raneketin. Dixwestin kêliyek berî kêliyekê biçin Kobaniyê û dest bi xebatên xwe bikin. Ber destê sibehê komên din jî hatin Pirsês. Lê bele heta hatin Pirsûsê bi dehan car hatine sekinandin û li GBT'ya wan hatiye nerîn. Lê dîsa jî tevî hemû astengiyan xwe gihandin Pirsûsê. Rayedarên emniyetê tim li me digeriyan. Digotin 'Em lêgerînêb ikin? Em dora navenda çandê dorpêç bikin?' Me jî got, prosedur çi be wê bikin.' Lê belê tu tevdîr nehatin girtin, tenê piştî teqînê hatin girtin."    ‘WEKÎ QADA ŞER BÛ'    Koştî, bilêv kir ku piştî ciwan hemû hatin ji bo daxuyaniyê amadekarî kirin û got: "Piraniya prosedurên qanûnî hel bibûn. Heyeta ji 20 kesî pêk dihat wê tevî pêlîstokên bi xwe re anîbûn biçûna Kobaniyê. Dema daxuyanî dihat dayîn em li navend açandê bûn. Dema em li hudnur bûn ji nişkave dengê teqînekê hat. Camên navenda çandê hemû şikiyan. Guhên me ker bûn. Ji nişkave em derketin derve. Dema em derketin derve her der wekîq ada şer bû. Gelek heval birîndar bûn û li erdê bûn. Gelek jê jî jiyana xwe ji dest dabûn."   Koştî, destnîşan kir ku piştî teqînê bi du saetan polîs hatine cihê bûyerê û gaz avêtine ser girseya ku alîkariya birîndaran dikir. Koştî, diyar kir ku ji ber gazê hin kesên birîndar jiyana xwe ji dest dane. Koştî, destnîşan kir ku tevdîrên ku li dijî teqîn nehatin girtin li dijî girseya ku dixwest alîkariya birîndar bike hatin girtin.    ‘DOZGER ÊVARÎ HAT'    Koştî, anî ziman ku piraniya birîndaran bi derfetên xwe birine nexweşxaneyê û koma tenduristiyê jî piştî mudaxileya wan a ewil hatiye. Koştî, bilêv kir ku bûyer danê sibehê qewimiye lê belê dozger êvarî hatiye cihê bûyer û lêkolîn kirine. Koştî, diyar kir ku di lêpirsîna der barê bûyerê de serî ne li îfadeya wan û ne jî li ya şahidên din hatiye dayîn. Koştî, got berpirsiyarê vê bûyerê dewlet e.    MA / Erdogan Alayumat - Bariş Polat