Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin 2019-07-18 09:07:50   DÎLOK – Li Dîlokê Fatîh, Samî û Halît Karakûş ji ber di dawetekê de bi def û zirnê stranek lêxistibûn bi "propagandaya rêxistinê" hatibûn atwanbarkirin. Lê belê piştî sê saln beraat kirin.    Li navçeya Ereban a Dîlokê, ji ber bi def û zirnê stranek lêxistibûn bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" der barê Fatîh, Samî Û halît Karakûş de doz hatibû vekirin. Di 5'ê Tîrmehê de di danişîna dawî de Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Dîlokê her sê kes beraat kir. Her sê pismamên hev di 12'ê Kanûna 2016'an de hatibûn binçavkirin û 8 rojan girtî mabûn.    Samî Karakûş, got: "Min tu stranên ku bibin sedema propagandaya rêxistinê lênexistin. Tenê muzîkên govendê lêdixim. Stranên me ên daweta ne. Ma bi def û zirnê û propagandaya rêxistinê?" Fatîh Karakûş jî ku got ew ji bo rizqên zarokên xwe diçin dawetan, diyar kir ku tenê ew hewl didin mirovên li dawetan kêfxweş bibin.    Îdiaya meqamê jî bilêv kir ku her sê kesan di dawetê de bi def û zirnê li strana "Oremar" a Koma Awazên Çiya lêxistiye û bi vî awayî "Pesnê PKK'ê dane" û xwest bên cezakirin. Dadgehê jî diyar kir ku her sê kesan gotinên muzîkê negotine û bi tu awayî liv û tevgerên rêxistinê rewa nekirine tenê muzîk lêxistine û der barê her sê kesan de biryara beraatê da.    Parêzer Berîvan Ozpolat jî destnîşan kir ku muwekîlên wê tu tiştkî şidet, cebîr û teşwîqê di xwe de bihebîne nekirine tenê bi zimanê kesên li herêmê li dawetê stran lêxistine. Ozpolat, bilêv kir ku muwekîlên wê tenê bi dawetan debara xwe dikirin lê belê piştî vê yekê koma wan belawela bûye û niha ji bo debara xwe karine din dikin.