ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-18 09:00:11 * Parlementerê berê yê Parlementoya Ermenîstanê Aragats Akhoyan ku bi salan e ji bo çanda gelên Tirkiyeyê û gelê ermenî bigihê hev dixebite, bilêv kir ku divê siyasetmedar ji zimanê nefretê dûr bikevin û got: "Siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan hene."  * Li Erdîşê, ji bo Sîbel Varli ya bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû hatibû gotin "întihar" kiriye. Lê belê dayika wê dibêje keça wê hatiye kuştin. Xwişka wê Hacer Yildiz jî, diyar kir ku stuyê Sîbelê şikiya bû got: "Dema mirovek xwe daliqîne stû dişikê. Kî ev tişt anîbe serê xwişka min divê hesab bide."    * Li Dîlokê Fatîh, Samî û Halît Karakûş ji ber di dawetekê de bi def û zirnê stranek lêxistibûn bi "propagandaya rêxistinê" hatibûn atwanbarkirin. Lê belê piştî sê saln beraat kirin.    * Hevserokên HDP û DBP'a Pirsûsê ku beriya Komkujiya Pirsûsê pêk bê hevdîtin bi qeymeqam û midûrê emniyetê re çêkiribûn, diyar kirin ku ji o tevdîr bên girtin wan hevdîtin bi qeymeqam û midûrê emniyetê re çêkiriye, lê belê wê rojê tu tevdîr nehatine girtin.    * Li cîhanê heta niha tenê di şeş malbatan û 150 kesî de nexweşîna "Sendroma QT a Kurt" ku nexweşîneke dilî ye û kujende ye, hatiye teşhîskirin. Yek ji van malbatan jî li Silopiyayê malbata Ekren e. Ji ber vê nexweşînê hin ferdên malbatê bi pûlên di dilê wan de û bi dermanan dijîn. Heta niha ji ber vê nexweşînê gelek ferdên malbat Ekrenê jiyana xwe ji dest dane û niha ev nexweşîn li 60 ferdên malbatê peyda bûye.    Karkerên şaredariya Buca, Karabaglar û Konakê yên ji kar hatin avêtin wê çalakiyê li dar bixin. (08.00)   * Rojnamevan Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hatibû binçavkirin û piştre bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Danişîna biryarê ya Evren wê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bê dîtin.