Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike 2017-11-22 20:01:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna li Socî di navbera Rûsya, ÎRan û Tirkiye de pêk hat bi dawî bû. Di civînê de Serokê Rûsya Pûtîn diyar kir ku pêwiste Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike û ji bo çareseriyê kongreya xwe pêk bîne.  Civîna Soçî ya di navbera Rusya, Îran û Tirkiye de pêk hat bi dawî bû. Civina ku saet di 16:40'an de li bajarê Soçî ya Rûsya pêk hat bi dawî bû. Di civîna ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, Serokê Rûsya Pûtîn û Serokê Îranê Ruhanî hatin cem hev li ser rawestandina şer û xwînê li hev kirin. Piştî civînê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî lûtkeya Soçiyê bi hemkarê xwe yê Tirk Recep Tayip Erdogan û hemkarê xwe yê Îranî Hesen Rûhanî re daxuyaniyeke hevpar da.   Di civîne de Serokê Dewleta Rûsya Putin diyar kir ku ji bo aştî pêk bê xebat hatine kirin û ji bo dawî li DAIŞ'ê bê gavên girîn hatine avêtin. Pûtîn, diyar kir ku wan armancên rasteqîn danîn pêş xwe û ji Îran û Tirkiye xwest ku ji bo Kongreya Neteweya Sûriye kom bibe piştgiriyê bidin wan. Pûtîn xwest Sûriye biryara xwe bi xwe tayîn bike.    Serokê Komara Îranê Ruhanî jî wiha got: "Hev hevdîtin ji bo aramî û aştiya li Sûriye ye. DAIŞ ji bo hemû welatan talûke ye. Armanc ji bo kongreya neteweyî û mîllî pêk bê. Di vê kongreyê de hemû partiyên çalak yên yên muxalif û ne muxalif di vê kongreyê de kom bibin. Muzakere bikin û bi bi hevre qanûna bingehîn ava bikin. Divê hilbijartinek azad û adîl bê kirin."    Serokê AKP'ê Erdogan jî diyar kir ku di ziyaretan de li ser fikrekê bûn yek, lê divê rêxistinên ku Tirkiye tehdît dikin divê di bin baneyekê de cih negirin. Erdogan xwest kes ji wan nexwaze ku komên neteweya wan tehdît dike bi hevre di bin sîwanekê de cih bigirin.