Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir 2017-11-22 19:29:40 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê maşîna zirxî ya polîsan li zaroka 8 salî Rûken Cansiri ya li kolanê dilîst qeliband. Rûken a bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi maşîna zirxî zarokek din birîndar kir. Polîsan li taxa Surê ya Cizîrê li nêzî Pira Deştê bi maşîna zirxî li zaroka 8 salî Rûken Cansiri qelibandin û bi giranî birîndar kir. Dema Ruken Cansiri li kolanê dilîst, polîsan bi maşîna zirxî lê qeliband û bi giranî birîndar kirin. Polîsan piştî Rûken birîndar kirin bi maşîna zirxî ew rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cansiri ku rakirin nexweşxaneyê hat diyar kirin ku mîdeya wê xwîn çûye. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku divê Rûken Cansiri 24 saetan di beşa lênerîna zêde de bê dermankirin. Bijîşkan diyar kirin ku rewşa wê dê piştî 24 saet şûnde diyar bibe. Xizmên Cansiri jî piştî bûyerê li ber nexweşxaneyê kom bûn. Xizmên Cansiri bertek nîşanî bûyerê dan û diyar kirin ku polîs bi maşînê pir bi lez di kolanê re derbas dibû. Polîsan nexweşxane dorpêç kir. Li cihê bûyerê jî tenê xwîna Cansiri û pêlava Rûken Cansiri ma.