'Bi lêdanê em der sînor kirin’ 2019-07-17 14:14:01   STENBOL - Fatoş Dag a bi 4 zarokên xwe re ji Avûstûryayê der sînor hat kirin, diyar kir ku 2 rojan dibin çavan de man û dûrê bi lêdanê der sînor hatin kirin.    Fatoş Dag a berî 4 salan koçî Avûstûryê kir û û di 13’ê Tîrmehê de polîsan bi ser mala wê de girtin û dûre der sînor hat kirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbol da. Dag bi rêveberên ÎHD’ê re civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê binpêkirinên mafan ên rastê hatin de agahî dan. Dag, di civînê de axivî û got: “Di dema kar û barên der sînor kirinê de, em rastî lêdanê hatin û heqaret li me kirin.    Dag, da zanîn li ser serlêdanan penabertiyê ya hevjînê xwe çûne Avûstûrya û ev nêzî 4 salane li vî welatî dijîn. Dag bal kişand ser serdegirtina polîsan û wiha bilêv kir: “Polîsan piştî bi ser mala me de girtin, em binçav kirin. Ez, 3 zarokên min û pitika min a 6 mehî birin navenda polîsan. Dijûn ji min re kirin û ez derxistim derve. Destûr nedan alavên xwe jî kom bikim. Tenê nanek zûha û penîr kirin dest min. Min nekarî şîr bidim pitika xwe ya 6 mehî. Nexweşiya dil bi zaroka min re heye. Dest danîn ser telefona min. Ji min re gotin ‘Ger tu vîdeo bikişinî emê te bikujin.’ Em 2 rojan di odeyeke pencereya wê tune de hiştin. Dûre bi zarokê em li balafirê sîwar kirin û şandin Tirkiyeyê. Di dema serdegirtinê de hevjînê min ne li malê bû û hîna li Avûstûrya ye. Ez bang dikim ku ev mexdûriyeta me bê derbas kirin.”   Dag a şopên lêdanê yên li ser canê xwe nîşan da, wiha got: “Piştî daxuyaniyê emê serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) bibin.”   Rayedarên ÎHD’ê jî, diyar kirin ku ewê şopdarê bûyerê bin û serî li saziyên pêwendîdar bibin.