Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin 2019-07-17 12:47:04 STENBOL - Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ên beşdarî kampanyeya "Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar" a Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin bûn û doz derbarê wan de hatibû vekirin, beraet kirin.    10’emîn danişîna doza Nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Danişina dozê ya Nunerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderlioglu, Nivîskar-rojnameger Ahmet Nesîn û Seroka Veqfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" hatin darizandin berdewam kir. Di danişînê de Onderoglu, Fincancî û parêzerê wan li salonê amade bûn. Nivîskar Ahmet Nesîn ji ber ku derveyî welat bû beşdar nebû. Parlementerê HDP’ê yê Ahmet Şik, rojnameger Şanar Yûrdatapan, Akademîsyên Ji Bo Aştiyê, PEN Norveç, IPI, Delegasyonê Yeketiya Ewropa (YE), 19 Article, RSF, Balyozxaneyê Brîtanya û gelek kes doz şopandin.    Di danişîna dest pê kir de, dozger mutaleya xwe ya di danişîna berî dayî de dubare kir. Dûre Fincanci, ji bo paketa reforma darazê ya tê amedekirin dem xwest. Şandeya dadgehê, daxwaza Fincanci red kir û Fincanci parastina xwe dewam kir û wiha got: “Me di roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de xwest balê bikişînin ser êrîşên li dijî rojnameya Ozgur Gundemê. Ozgur Gundemê di 30’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşanê kir. Ji wê rojê û vir ve tim hat girtin û rastî zextan hat, lê li gel vê yekê jî dest ji weşanê berneda.”    Fîncancî rêveber û nûçegihanên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin qetilkirin  rêz kirin û wiha bilêv kir: “Ozgur Gundemê piştî 17 salan di sala 2912’an de carek din dest bi weşangeriyê kir. Em nêzî 100 mirovan hatin gel hev û me xwest em balê bikişînin ser girîngiya ramana azad û pêvajoya heyî. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.”    Piştî parastinê şandeya dadgehê navberek kurt da. Şendeyê dûrê diyar kir ku mijareke ku bê sûcdar kirin tuneye û ji bo hemû bersûcan biryara beraetê da.