Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn 2019-07-17 11:54:24   STENBOL - Dolmîşa karkerên çandiniyê li nêzî gundê Tevfîkiye ya girêdayî navenda Çanakkale qeza kir, 2 jê giran bi giştî 17 karker birîndar bûn.    Li nêzî gundê Tevfîkiye ya girêdayî navenda Çanakkale, mînîbusa karkerên çandiniyê û traktorek li hev qelibîn. Di qezaya rû da de 2 jê giran 17 kes birîndar bûn. Piştî bûyerê  gelek ekîbên tenduristiyê û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Welatiyên di qezayê de birîndar bûn, ji bo nexweşxaneyan hatin rakirin. Derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kir.