Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê 2019-07-17 10:39:54 WAN- Ji dîrokê heta niha ava Serêkaniyê bi paqijî û xweşikiya xwe jiyanê dide xwezayê û ber bi welatên bê sînor ve diherike.  Gava ku mirov li ber çem rûdinê dengê avê  mirov dibe ber bi welatiyên xeribiyê.    Ava ku ji şikeftê diherike û di nava bajarê Mîksê re derbas dibe, ji gelek helbestên  Feqiyê Teyran re bûye rest û mêvanî kiriye. Ji bo Feqî bûye hêstên helbestê. Di heman demê de  Ava Miksê ji bo gelek helbestvan û hûnermendan jî bûye çavkaniya stran û helbestan.  Di vê demsala havînê de ku hêle hêl û xuşe xuşa çem mirovan sermest dike Feqî û helbesta wî ya "Ey av û av" tîne hişê mirov. Helbesta Feqî vê xweşikahî û ruhê avê baş pênase dike.    Ji helbesta Feqiyê Teyran a bi navê "Ey av û av" Çemê Mîksê wiha tê vegotin;   Ey av û av, ey av û av Ma tu bi `işq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra`hetê   Bê ra`het û bê sekne yî  Yan `aşiqê baxwe xwe yî Yan şubhetê qelbê me yî Ji işqa kê natebitê   Ji işqa kê her têy û têy Heta kengî her bêy û bêy Bo min bi bêje `heyranê kê y Da ez bizanim qisetê   Da ez bizanim vê surrê Ji hindekê heta purrê Ji me`neya vê gurrgurrê Ji kê ra dikî vê ta`etê   Ta`et dikî bê pa û dev Çendî dikî çûna li hev Dengê te tê bi roj û şev Zikrê dikî bi `haletê   Ji kê ra dikî zikrî bi `hal Qet guşguşa nakî betal Şubhetê min re`htê `emal Şevan û rojan xew netê   Şevan û rojan bê xew î  Ji mi`hbetê kê ditewî Şevtariyan qet na`hewî Tu j`emrê kê vi kez ketê   Ji emrê kê her têy bi bez  Sewdaser î şubhetê ez J`kêrra dikî çûna bi lez Vê serqutan û `xulmetê   `Xulmet dikî bê pê û dest J`kêrra dikî çend koh û pest Baxoy negot gavek vewest Hindî diçî dengê te tê   Dengê te tê bê Pê û hev Ta`et dikî bê qelb û dev Peyda dibi j`te Mewc û Kev Şîn bûy ji rengê qudretê   Geh geh sipî şubhetê şîr Qet mislê te na çin tu tîr Renge ku te yar tête bîr Meyla `Hebîb j` çûna te tê   Lazim te me`hbûbek heye Yan dost û me`tlûbek heye Yan meyl û mensûbek heye Lew bê libas û kiswetê   Lew bê libas û tazî yî Bi reqs û seyr û gazî yî J`kêrra dikî `işqbaziyî Remz û sirran te vêketê   Remz û sirran vêkrra dikî `Hemyan vi baxorra dikî Wek `aşiqan sêran dikî Gerha di mîhra `xurbetê   Gerha di mîhra pîredinê Qet nanivî, nasekinê Reng şubhetê qelbê minê Ji mi`hnetan û ze`hmetê   Ze`hmetber î, mi`hnetkêş î Tu nazik î, teb`etxweş î Bê ri`h li erdê ra d`meşî Bê dest û pê tu j`kû ve tê   Bê dest û pê, bê çeng û pêrr Bê pêl û mewc û fetl û gerr Peyda dibin j`te kerr û ferr Nakî beyan vê `iletê   Vê îletê beyan bike Tu vê sirrê penhan bike Carek li min `eyan bike Da seh bikin hîkayetê   Da se`h bikîn vê mes`elê Cuz`ek ji be`hsa ewelê Binyad-i bûna menzelê Dewran û çerxa xîvetê   Xîveta `alem di navê Ji berketa feyz û gulavê Min temenna kir ji Avê Ji me`niya heqîqetê   `Heqîqeta van Cewheran Me`rîfeta `Enasiran Penhan neke j` yar û biran Bê fêm bibêje `hikmetê   Bê fêm û qîl û qal bibêj Hêdî bi lefzê `hal bibêj Ber Mîm û Hê û Dal bibêj Şerh û beyana kaxetê   Da kaxetê isbat bikîn Qeydêd hûr î`tibar bikîn Carek li min îzhar bikîn Wazî`h ku fehmê min re tê   Dîdar û dîna Sertemî Avê bi rebbê `alemî Tu `Hadîs î yan Qîdem î Yan tu nizanî hikmetê   Ber çi ne meşrû`h ew sixin Rojek ji bunyada mezin Bîna qede`h jê d`hate min Ew bîn ji bunyada te tê   Ew reng dibêt ava zelal Buhrîn li min çend mah û sal Qet kes nekir li min su`al Heta giham vê sa`etê   Heta gihame vê demê Ma yek nebû d`vê `alemê!  `Ebdek ji puşta Ademê Bifkir di e`hwalê Şetê   Kehnî dizên Cû jê diçin Hindî Xudê dan Ins û Cin Qet kes nekir ev pirs ji min Ne j`Enbîyayê Ommetê   Miksî dibê avê we bû Pêxemberan aqil hebû Qet hewceyê pirsan nebû Wan dest gihabû su`hbetê   [Avê digo: Feqî rabe Bê tedbîr û `emel nabe Ji halê te dê çawa be Ji kê ra dikî vê sohbetê]    Ew su`hbeta cara ewil Pêxemberan d`zanî şu`xil `Eyb e ji bo ehlê aqil Teftîş bikin me`rîfetê   Me`rîfetê teftêş bikin Pirsan li bûna pêş bikin Wan qissetan vetêş bikin Li `Arifan kerahetê   Qenc vê qissê izhar bike Li `Arifan ikram bike Xelqê Xudê `eqil bike Da se`h bikîn kirametê   Xelkê Xwedê `aqil kirî Hemî `arif û kamil kirî Nûrek di dil da hilkirî Eslê qisan rê dibetê   Ê mislê min bê `ilm û xet Mecnûnekê `heywansîfet Bê teftêş pirsyaran diket Bê rehnima kî babetê   Pirsa Feqê bê cih nebû Lewrra di furqanê hebû `Erşê Xudê li ser te bû Avê gelo bîra te tê   Avê cewab da bê suxen Ezman nebû, b` `hal gote min Remzên di padşahê mezin Sub`han ji vê seltenetê   Sub`han ji Me`bûdê li ser Kî dê j` `Ellah ra kit xeber Em çar Bikir anîne der Kiç bûn di kenza qudretê   Kiç bûn di kenza qîdemê Baxoy ji `işqa Ademê Anîne karê `alemê Zahir kirîn l`vê sûretê   Zahir kirîn çar Bakire Ba û Av û Ax û Agir e `Heywan hemû jê çêkir e Dar û Nebata kiswetê   Dar û Nebat û Le`l û Zer `Heywan û esnafên di ser Teyr û tiyûr û De`bewer Teftêş kirin ji nutfetê   Çi tişt pîçe naferricin Însan ji Tînê d`xaricin Lew Cin ji narî d`maricin Dûr e li Melek teb`etê   Çar teb`etîn vêk ra Zidîn Hem Ateşîn hem Baridîn D` be`hra Heyûla d`waridîn Melbûs bi vê wechîyetê   Bi çar wechan em Yabîs în Muqîm yek e em `Hadis în Lewra Ritûb û Yabis în Hem jî dixwazîn ref`etê   Hem suflewî bazî dikîn Hem meylî evrazî dikîn Hem Keynûn hen gazî dikîn Carek bibînîn ru`yetê   Carek bibêj em çar Xweh în Bê mesle`het nakerrihîn Ji meşyetê nabetihîn Cuda kirîn j` wesfîyetê   J` wesfîyetê cuda kirîn  Ji su`hbetê em rakirîn `Heta qîyam sewda kirîn  Sergeşte în di `hîretê   Di `hîretê sergeşet în Qaim li ser zatê xwe în çarde tebeq karê we în Rabû ji maza `xefletê   MA / Adnan Bîlen