Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin 2019-07-17 10:27:29 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê derbarê xwediya berê ya Rojnameya Karinca Necla Demîr de ji ber îxbarek bênav a ji CÎMER’ê re hatiye kirin lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê derbarê xwediya berê ya Rojnameya Karinca Necla Demîr de ji ber îxbarek bênav a ji CÎMER’ê re hatiye kirin bi îdiaya “Gel kiriye kîndar û dijminên hev” lêpirsîn da destpêkirin. Hat îdiakirin ku di hin nûçeyên Rojnameya Karinca de heqaret li Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan hatiye kirin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Demîr de hat destpêkirin roja 18’ê Adarê ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ve nûçeyên di malpera Karincayê de cih digirtin hatin lêkolînkirin û raporek jê derxistin. Rapor li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat amadekirin.    Nûçeyên bi sernavê “Di belgeyên Wikileaks de: Erdogan welat ber bi pevçûna sivîl ve dibe”, “Di navbera AKP-CHP de nîqaşa bi wêne ya ‘Gulen’, “Endamên RedHackê axivîn: Çima Albayrak hackle kirin?", "Meşa Şevê ya Femînîst: Bi hezaran jin li dijî şer ‘aştiyê’ û li dijî şidetê gotin raperîn” kirin mijara sûcdariyê.    Bi îdiaya “Propaganda kirina rêxistinê ya li pey hev” derbarê Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin. Demîr di çarçoveya lêpirsînê de duh çû Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê û îfade da. Piştî ku dozger Ugur Uner îfadeyên Demîr wergirt, bi daxwaza şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.    Dadger daxwazên dozger red kir û Demîr berda.