Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê 2019-07-17 10:08:18 HATAY – Lêkolîner û nivîskarê Lubnanî Enîs Nakkaş diyar kir ku çareseriya dawîn a li Sûriyeyê dê di nava mutabakata welatên herêmê de pêk were derbas dibe û polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê û herêmê jî gihîştiye dawiya rê.    Nivîskar û lêkolîner Enîs Nakkaş ê Lubnanî, polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê, kirîna pergala parastina hewayî ya S-400’an ên ji Rûsyayê anîn û ji ber S-400’an kirîza rê li ber têkiliyên DYA û NATO’yê vekir nirxand.    'TIRKIYE HATIYE DAWIYA RÊ’   Nakkaş diyar kir ku Tirkiye heta îro li Sûriyeyê komên çekdar ên selefî destek dike û ji niha şûn ve di tabloya heyî de pevçûnek mezin xuya nake û pevçûnên li welat dê biçûk biçûk bidome lê ji bo Tirkiyeyê ber bi dawiya rê ve tê. Nakkaş anî ziman ku pêwîste êdî Tirkiye biryara destekdayîn an jî nedestekdayîna ji bo komên çekdar bide û got: “Lazime Tirkiye vê birêveçûyînê rast bixwîne. Ya yekemîn divê li herêmê bi DYA’yê re tevger bike, Îsraîlê nas bike û bizanibe êdî li herêmê nikare bibe hevkarê tiştekî. Ya duyemîn jî îro li Sûriyeyê heta li dijî  mihwera berxwedanê helwestê bigire dê nikaribe bibe hevkarê herêmê.”    'ÇARESERIYA DAWÎN DI MUTABAKATA HERÊRMÎ DE DERBAS DIBE’    Nakkaş da zanîn ku çareseriya dawîn ya li Sûriyeyê di mutabakata di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran, Sûriye û Lubnan û welatên herêmê de pêk were derbas dibe.    'TIRKIYE DIXWAZE DI MIJARA ÇEKAN DE SERBIXWE BE’    Nakkaş bal kişand ser kirîna S-400’an a Tirkiyeyê û got: “Tirkiye di polîtîkaya çekdariyek serbixwe de bi israr tevdigere. Ji ber vê yekê dê Tirkiye bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewrûpa (YE) re pirsgirêkan bijî. Tirkiye dixwaze roketan hilberîne. Tirkiye beriya S-400’an xwest patrîotan hilberîne. Tirkiye dixwaze di hilberîna çekdan de netewî û serbixwe be. Li Qibrisê ji ber pirsgirêka gazê dê rageşî kûrttir bibe. Di vir de jî aliyê Amerîka diyar e.”    MA / Hamdullah Kesen