Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin 2019-07-17 09:59:29   QERS - Polîsan li navçeya Kaxizmanê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê Yaşar Ozlu  binçav kirin.    Li navçeya Kaxizmanê ya Qersê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê Yaşar Ozlu binçav kirin. Gelek polîsên ku ketin mala Ozlu, hemû endamên malê di odeyekê de kom kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî demek dirêj li malê lêgerin kirin Ozlu binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Qersê. Sedema binçavkirina Ozlu nehat zanîn.