Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir 2019-07-16 17:09:14 STENBOL – Girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê eskeran lêda wiha got: “Eskerê li min da, pişt re ji bo raporê bigirim min bir nexweşxaneyê. Ji bo bijîşk rapor nede min zext li ser bijîşk kirin. Nehiştin bijîşk raporek baş bide min.”    Beriya çend rojan li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê eskeran li girtiyê nexweş Îdrîs Başaran dan. Malbata Başaran, ji bo îşkenceya li dijî lawê xwe eşkere bike li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Bila şideta li ser Îdrîsa Başaran pêk hatiye bi dawî bibe” daliqandin. Endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê Hatîce Onaran û bavê Başaran, Mehmet Emîn Başaran beşdarî civînê bûn.    ‘BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME’    Mafparêz Hatîce Onaran daxuyanî da û diyar kir ku binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Bursayê ji du mehan carek dikeve rojevê û rêveberiya girt3igeh3e bi pêkanînên kêfî zextê li girtiyan dike û şidetê pêk tîne. Onaran got Başaran di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire û hem nexweşê epîlepsî ye hem jî nexweşîna dil pê re heye. Onaran anî ziman ku Îdrîs Başaran û 5 girtiyên li cem wî dema ji bo diran birine bijîşk îşkence li wan hatiye kirin.    CENDERME: EZ KELEPÇEYAN VENAKIM    Onaran nameya Başaran a bi rêya malbata xweş şand wiha parve kir: “Di 8’ê tîrmehê de min sewqî nexweşxaneya diranan a Şevket Yilmaz a li Bursayê kirin. Min û hevalên min Suleyman Saydan, Fehmî Yavuz, Hamdullah Acar, Metîn Çakir û Mehmet Şîpal sewqî nexweşxaneyê kirin. Hêj bêtehamuliyê li hepsê dest pê kir. Esker bi ser me ve hatin. Beriya em li rîngê siwar bibin eskeran got ‘Em di destpêkê de bêjin, ez destê we venakim, hûn werin nexweşxaneyê jî bêyî tiştek bê kirin em ê we paş de bînin’ û niyeta xwe diyar kirin. Li ser vê yekê em fetilîn û me got em naçin. Karmendê eleqedar hat got ‘ez ê bi midûr beg re biaxivim.’ Piştî demek kin karmend hat û got ‘em ê biçin nexweşxaneyê.’ Me birin nexweşxaneyê. Dema kar û barê nexweşxaneyê dihat kirin eskerê berpirs got ‘Ez ê destê we venekim, ez ê xweşbînî nîşanî we nedim.’ Bi gotinan êrîşî me kir. Tevî vê yekê me bersiv nedayê. Çimkî armanca me ew bû em bên dermankirin.   DIGOTIN ‘HÛNÊ BIKUJIN WAN NEDIN JIYÎN’    Li nexweşxaneyê ewil min birin û fîlmê min kişandin. Di kêliya me yê film bikişanda esker got ‘ez destê we venakim, hûn dixwazin qebûl bikin naxwazin jî nekin.’ Xwest dermankirina me asteng bike. Li ser vê yekê bêyî ez bêm dermankirin, min anîn ber odeya bijîşk. Di vê navberê de esker çû odeya bijîşk û got ‘Xoce ev ne mirov in, ji van mirov dernakeve û hwd.’ Bi van gotinan xwest rageşiyê derxe. Her çiqas karmendê bi me re hatibû digot ‘em ê her tiştî hel bikin jî’ lê çû cem bijîşk jî esker di wê kêliyê de got ‘Tevlî van nebin ev ne mirov in.’ Bi van nêzîkatiyan dermankirina me asteng kirin. Min jî li ser vê nêzîkatiyê got ‘Hûn dermankirina me asteng dikin, hûn xwe dixin şûna bijîşk.’ Çawa min wisa got, esker heqaret li min kir û got ‘Vî bibin. Hûn bêşeref in divê mirova we hemûyan parçe bike, her aliyê wî bişkînin, hûnê van bikujin divê nejîn.’ Di hundirê nexweşxaneyê de min dafdan. Destê min kelepçekirîbûn û di navbera du eskeran de heta ser derenceyê li min dan û xwestin min bikujin. Min xistin bin derenceyê ji bo ku kamera nebîne û li min dan. Piştî rapora min wergirt laşê min reş û şîn bû û şopên îşkenceyê hebûn.    ESKERÊ LI MIN DA MIN JI BO RAPORÊ BIR NEXWEŞXANEYÊ    Bi vî awayî heta ber rîngê heqaret û lêdanê dewam kir. Di hundirê rîngê de jî li min dan û heqaret li min kirin. Her çiqas hevalên min gotin ‘ew nexweşê epîlepsî û dil e’ jî lê qet guhdar nekirin û li min dan. Me got bila rayedar werin em ê bi wan re parve bikin. Eskerek got ‘rayedar jî û her tişt jî ez im.’ Bêyî me derman bikin li me didin û me vedigerînin. Ji bo raporê min birin nexweşxaneya dewletê. Eskerê serê sibê êrîş kir, ji bo raporê min bir nexweşxaneya dewletê. Piştî em gihîştin nexweşxaneyê. Bêyî bijîşk min bibîne û derman bike, esker çû gel bijîşk û hevdîtin pêk anî. Zext li ser bijîşk kirin û nehiştin ku bijîşk rapora lêdanê bide min. Dema min anîn qawîşa hepsê min nikaribû ji şûna xwe rabim. Tevî hemû nexweşînên min jî êrîşî min kirin. Di heman demê de ev daxwaznameya giliyê min a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ye jî.”    ‘JI BER ÎŞKENCEYÊ NIKARIBÛ LI SER PIYA BISEKINE’    Pişt re bavê Îdrîs Başaran, Mehmet Emîn Başaran jî da zanîn ku ew bi rêya parêzer fêr bûne ku eskeran li lawê wî daye û li ser vê yekê roja pêncşemê çûye hevdîtina lawê xwe. Başaran got: “Ji bo ez hûrguliyên bûyerê fêr bibim çûn hevdîtina girtî. Dema min lawê xwe dît ji ber îşkenceya lê hatibû kirin nikaribû li ser piya bisekine. Edalet ev e gelo? Li girtiyek nexweş ev îşkence tê kirin gelo? Ez ji jiyana lawê xwe bi fikar im. Tiştek were serê lawê min, rêveberiya girtîgehê, esker û wezareta dadê berpirsiyar in. Heqareta li kurê min hatiye kirin qebûl nakim. Ez derbarê rayedaran de dozdar im. Ez ê heta dawiyê bibim şopdarê doza xwe.”