HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-07-16 16:27:18   ERZIRIM - Hevşaredarê Qereyaziyê Burhanettîn Şahîn û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 10 kesên di 11’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeya Qereyazî ya Erziromê, polîsan di 11’ê Tîrmehê serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û her tişt serûbin kirin. Polîsan piştî lêgerîna malan Hevşaredarê Qereyaziyê Burhanettîn Şahîn, encûmenên şaredariyê Yuksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çîmendag, encümene Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Latîf Karakuş, rêveberên Nurî Kandemîr û Namet Yilmaz, encûmenên berê yên berê Erdem Kaya û Cemîl Oran û welatiyê bi navê Erol Mahçup binçav kirin. 10 10 kesên hatibûn binçavkirin sewqî Dadgeha Nobedar a Erziromê hatin kirin û dûre hatin berdan.    Rêveberê HDP’ê y ê Qereyaziyê Namet Yilmaz, diyar kir ku di dema lêpirsîn de rastî mudaxileya fîzîkî û zextên derûnî hatiye.