Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt 2019-07-16 15:07:31   DERSÎM – Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, têkildarî kuştina 2 zarokên li Navçeya Pilûrê ya Dersîmê daxuyanî da. Onlu, diyar kir ku 2 zarokên xwişk û birayê hev bi maşîna li şopa şer maye jiyana xwe ji dest dane û Walîyê Tuncelî ji bo rê li pêş cezakirina bersûcan bigire daxuyanî daye.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu, têkildarî kuştina Ayaz Guloglu yê 8 salî û xwişka wî Nupelda Guloglu ya 4 salî ku li Gundê Bîlgeç ê Navçeya Pilûrê ya Dersimê di teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da. Onlu, kesên bûne sedema kuştina zarokan şermezar kir.      10 HEZAR MAYÎN HATIN ÇANDIN   Onlu, diyar kir ku Tirkiye peymana Ottowa di sala 2003'an de îmze kiriye û di sala 2004'an de bûye alî û wiha got: "Li gorî vê yekê diviya bû Tirkiye heta Adara 2008'an hemû mayîn paqij kiribûna. Dîsa heta  2014'an diviya bû mayînên çandî paqij kiribûna û alîkarî dabûna qurbaniyê wan. Lê li herêma Dersimê 10 hezar mayînên çandî hene. Ev yek li dijî peymana Ottova ya Tirkiye îmze kiriye ye. "    'WALÎ DIXWAZE SER SÛC BINCIL BIKE'   Onlu, bal kişand ser daxuyaniya Waliyê Tuncelî û da zanîn ku walî bi daxuyaniya da dixwaze ser bûyerê bincil bike û bersûcan biparêze. Onlu, da zanîn ku li gori Rapora Şopandina Bombeyên Mîsket û Mayîn a Hewldana Tirkiyeya Bê Mayîn, tenê di sala 2009'an de 23 zarok bi mayînan jiyana xwe ji dest dan. Li tirkiye di 40 salên şer de bi hezaran zarokan jiyan xwe ji dest dan. Herî dawî Ceylan Onkol, Enes Ata, Nihat Kazanhan  û bi sedan zarok bi çekên giran jiyana xwe ji dest dan. Lê faîl hêj tên parastin. Ji bo şer bi dawî bibe divê em bi hemû hêza xwe têbikoşin. Lê saziyên fermî hewl didin ser vê yekê bigirin. Herî dawî Waliyê Tuncelî bi daxuyaniyê hewl da bersûc bê ceza bê hiştin û rê li peş cezakirina bersûc girt."