Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir 2019-07-16 13:52:48   EDENE - Malbata Davût Acar ê di pevçûna li Çiyayên Amanosan rû da de jiyana xwe ji dest da cenazeyê kurê xwe nas nekirin. Malbatê ji ber vê yekê testa DNA’yê da.    Endamê HPG’ê Davût Acar (Çiyazan Kaşûrî) di şerê 10’ê Tîrmehê de li Çiyayên Amanosan a navçeya Dortyol a Hatayê jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Acar di 11’ê Tîrmehê de ji bo morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edenê hatibû kirin. Malbata Acar a çû cenazeyê kurê xwe bigire, cenazeyê kurê xwe nas nekir. Malbatê ji ber ku cenazeyê kurê xwe nas nekir, mîna xwînê ji bo testa DNA’yê da.    Li aliyê din, hat îdîakirin ku di morga ATK’ê de gelek cenazeyên din jî, hene.