HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne 2019-07-16 13:24:25 STENBOL - Di encamnameya civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê de peyamên Ocalan ên hevdîtinên dawî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: "Van hevdîtinan bêhn anî ber civakê. Lê belê dewlet û desthilatdarî tecrîdê didomîne." Civîna 4'emîn a Meclîsa Giştî ya Serdema 9'an a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêk hat. HDK'ê encamnameya civînê xwe eşkere kir.    Di encamnameyê de hate ragihandin ku li gel encamên hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê, operasyona li dijî qadên Herêma Federe ya Kurdistanê û tecrîdkirina Ocalan hatin nirxandin.   Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Hewldana dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê, gefên giran ên li Rojava tên xwarin, gefên leşkerî yên êrîşkar ên li Derya Spî û Lîbyayê nîşan didin ku ji îradeya desthilatdariya AKP-MHP'ê wêdetir aqlê dewletê dixwaze valahiyên li sîstema navneteweyî dagire. Aqlê dewletê fikara bloka hêzên rojavayî ya ji têkiliya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê bi kar tîne."   'BI OPERASYONA BAŞÛR DIXWAZIN ŞOREŞA ROJAVA ASTENG BIKIN'   Di encamnameyê de hat diyarkirin ku bi 'operasyona Pençe' hewl tê dayin ku dora şoreşa Rojava bê valakirin û sîstembûn û qîmetbûna wê li qada navneteweyî bê astengkirin û wiha hat gotin: "Ji bo tevgera siyasî ya Kurdan, gelê Kurd ji destketiyên xwe vegere û tifaqa bi gelê Tirkiyeyê re hatiye afirandin krîmînalîze bike polîtîka tê meşandin. Di demekê de ku kêm maye maseya aştiyê ya ji bo Sûriyeyê bê destnîşankirin, ji bo Kurdên di xeta tevgera azadiyê de ne li dora wê maseyê nebin, eşîrên Ereb sor dike û li aliyê din jî bi Barzanî re peymanê amade dike."   HDK'ê destnîşan kir ku nepêkan e bêdengiya hikumeta Herêma Federe ya Kurdistanê ya li pêşberî êrîşan bê fêhmkirin û got: "Li başûr di dema referandûma serxwebûnê de pêkanînên ku li dijî Hikumeta Başûrê Kurdistanê hatin kirin, xuya ye gelekî bi bandor bûne û di asta ku zerarê bide yekîtiya neteweyî rê li ber teslîmiyetê vekiriye. Di vê pêvajoyê de metirsî heye ku Kurd li dijî Kurdan şer bikin. Di vê mijarê de bi navê HDK'ê em hişyariyê dikin."   'EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA XWE GEŞ BIKIN'    Di encamnameyê de peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtinan de hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: "Birêz Ocalan di hevdîtinan de yên ji 2'yê Gulanê û vir ve hatin kirin diyar kir ku ew hîn di asta aştî û çareseriya demokratîk de ye. Anî ziman ku divê dewlet û desthilatdarî di vê mijarê de gavê biavêjin. Van hevdîtinan bêhn anî ber civakê. Lê belê dewlet û desthilatdarî tecrîdê didomînin. Bi navê HDK'ê em dibêjin; hem ji bo amadekirina civakê ji bo çareserî û aştiya demokratîk hem jî ji bo afirandina hesasiyeta civakî li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe geş bikin."