Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike 2019-07-16 12:33:18 RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî komkujiya 20'ê Tîrmehê ya li Navçeya Pirsûsê pêk hat û 33 ciwanan jiyana xwe ji dest da pêşniyarname da û xwest têkildarî bûyerê Meclîs Lêkolînê bike.    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê DAIŞ'ê êrîşek pêk anîbû û di vê êrîşê de 33 ciwanên Federsyona Komeleya Ciwnên Sosyalîst (SGDF) ku dema xwestin biçin Kobaniyê û alîkariy zarokên li wir bikin hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn. Piştî bûyerê dozger der barê dosyayê de biryara veşartinê dabû. Dozger 19 meh şûnde îdîaname amade kir û doz vekir. Bi nêzîkbûna salvegera komkujiya li Pirsûsê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan pêşniyarname da meclîsê û xwest Meclîs têkildarî bûyerê lêkolîna Meclîsê bidin destpêkirin. Ocalan anî ziman ku şikdarê herî mezin ê endamê DAIŞ'ê Şeyh  Abdurrahman Alagoz  bêyî rastî astengiyê polîsan bê hatiye li pêş Navenda Çanda Amara êrîş pêk anîye û got: "Midûriyeta Polîsan a Rihayê jî di nivîsa 17'ê Tîrmeha 2015'an de ku ji Midûriyeta polîsan a Pirsûsê re şandiye, diyar dike ku erka xwe pêk neanîye. Dîsa di belgeyên di dosyayê de Fermandariya Cendirmeyan a Pirsûsê gotiye "Dibe ku êrîşa bombeya zindî pêk bê û xwestiye di navbera 1'ê Tirmehê û 31'ê Tirmehê de lêgerîn bikin. Hekîmityea Ceza ya Sulhê û lê cendirmeyan dîsa tedbîr negirtine.    Ocalan xwest ji bo kujer bên darizandin û komkujiyên din rûnedin meclîs lêkolîn bike.