Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin 2019-07-16 12:13:12 STENBOL - Danişîna doza 11 parêzvanê mafê mirovan ên ji doza Buyukadayê tên darizandin li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Danişîn ji ber dozger hat guhertin taloq kirin.    Danişîna doza 11 parêzvanê mafê mirovan ên ji doza Buyukadayê tên darizandin li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Danişîna doza 11 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada hatin binçavkirin û girtin, bi sedema ku dozger hat guhertin taloq kirin. Heyeta dadgehê ji bo der barê esasê de mutaalayê amade bike doz taloq kir. Di danişînê de Serokê rûmetê yê Rêvberiya Şaxa Tirkiye ya Rêxistina Efûyê Taner Kiliç, Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan Gunal Kurşun û Nejat Taştan û parêzerên wan di dozê de amade bûn. Nûneren Komeleya Hemwelatiyê ya Helsinkî Delegasyonê Yekîtiya Ewropa, Konsolosê Holanda û Rêxistina Efoyê û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.    Danişîna dozê ji ber ku dozger hat guhertin taloqî 9'ê Cotmehê kirin.