Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin 2019-07-16 11:30:47   MÊRDÎN - Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal ku ketina wî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat asteng kirin û piştî 2 rojan hat binçavkirin serbest hat berdan, diyar kir ku ew bi biryara kesên ji for ferman daye hatiye binçavkirin. Kanbal, da zanîn ku ji wî nûçeyên ku heta niha çêkirine pirsîne.    Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal di 13'ê Tîrmehê de li Mêrdînê dema diçû mala xwe hat binçavkirin. Polisan ku Kanbal di rêde rawestand û piştre ew birin mala wî û li malê lêgerîn kirin, di êvara 15'ê Tîrmehê de bi şertê "Kontrola Edlî" hat berdan. Dîsa şertê qedexeya dervê welat danîn ser Kanbal. Kanbal, anî ziman ku dema çû Heskifê û çalakiya li dijî talankirina Heskifê şopand di vegerê de hat binçavkirin û wiha got: "Di nava rojê de 6 caran li nasnameya min nerîn. Tu pirsgirêk derneket. Saet di 17.30'an de ez çûm malê û saet di 18.00'an de ji malê derketim. Çawa ez ji avahiyê derketim komek polîsê TEm'ê ez dorpêç kirim û bi hinceta "Biryara binçavkirinê heye ez binçav kirim. Lê heta saet 18.30'an jî biryara binçavkirinê negihişt destê min. Dema biryar hat diyar bû ku nû biryar amade kirine."    'BI FERMANA JOR' HATIM BINÇAVKIRIN   Kanbal, anî ziman ku demek dirêje bi hinceta "Ferman ji jor heye" destûr nadin ku têkeve avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û wiha got: "Min rojek berê ji Walîtiyê re nivîs nivîsandibû û min xwestibû ku sedema qedexeya ketina şaredariyê fêr bibim. Ji bo sedemek mafdar bidin xuyakirin li dijî min operasyon pêk anîn. Berê jî ji bo heman mijaran Şaxa TEM'ê bang li min kir. Min çû li TEM'ê îfade da.    GIRTEKA 'FÎKANDINÊ' GIRTIN'   Kanbal, da zanîn ku der barê wî de îdîaya "Li ser navê rêxistinê xebatê dike' derpêş kirin û wiha got: "Dema polisan bi ser malê de girtin xwestin delîlan ava bikin. Lê li malê tu tişt nedîtin. Ji ber ku min li nezaretxaneyê fikand der barê min de girtek girtin. Bi îdîaya "Fikandina srûda rêxistinê" lê daye girtek girtin. Dema ez binçav kirim kelepçeya li destê min jidandin. Ji ber kelepçeyê zendê min zerar dît. Ji min nûçeyên min ên der barê Qeyûm û MARSU pirsîn. Dîsa nûçeya bombebarandina li Kerboranê û kuştina 2 sivîlan ji min pirsîn. Nûçeya şewata li Çiyayê Mazî ji min pirsîn. Îdîa kirin ku Ajansa Mezopotamya têkiliya wê bi "Rêxistinê" re heye û nûçeyên diweşîne jî "propaganda" ye. Daxuyaniyên parêzeran ên der barê Ocalan de jî wekî têkiliya "Bi rêxistinê re" pênase kirin. Lê tevî her tiştî delîlên ku min bigirin bi dest nexistin."    Kanbal, herî dawî anî ziman ku ew naçe tu deran û wê li vir karê rojnamegeriyê berdewam bike.