Malên Elewiyan ên Meletiyê îşaret kirin 2017-11-22 16:53:30 MELETÎ - Deriyê 13 malên Elewiyên li Meletiyê hatin îşaretkirin. Malbatên fikara wan çûbûn, serlêdana sûn kirin.    Li kolanên Mercan û Gokalp ên taxa Cemal Gursel a Meletiyê, deriyê 13 malên Elewiyan hatin îşaretkirin. Nehat zanîn kê derî îşaret kirin. Welatiyên bi fikar bûn, têkildarî îşaret kirinê beşdarî RÎRHA’yê bûn. Serokên Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û Şaxa Akçadag Oren çûn cihê bûyerê û lêpirsîn kirin.     Serokê Şaxa PSAKD a Meletiyê ehmet Topal, xwest ku kesên deriyên Elewiyan îşaret kirin bên dîn û got ku ew ê şopdarê bûyerê bin. Topal, da zanîn ku ji niha de diyar dibe ku dê welatiyên Elewî rastî êrîşên mezin bên û wiha axivî: “Em ne mecbûrin li gorî baweriyên cûda tevbigerin. Em çand û baweriya xwe dijîn. Em hewl didin li ser axa xwe aştî ava bikin, ne şer. Bê agahiya welatiyan, polîsên serê sibê hatin vir manîdare. Divê demildest raydarên dewletê vê pirsgirêkê çareser bikin û bersûcan derbixwin holê. Berevajî vê em ê bêjîn rayedarên dewletê ev yek kirin û em ê ji wan bi guman bin.”    GILÎ KIRIN    Topal, destnîşan kir ku wan îşaret kirina deriyan gilî kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji xwe lêpirsîn didome. Kesek hatiye  binçavkirin em nizanîn. Hevalên me telefonê Midûryeta Polîsan kir. Me hevdîtin nekir. Em ê şopdarê bûyerê bin.”