Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin 2019-07-16 09:25:54 ÇEWLIG – Li Çewligê, çend ciwan hatin cem hev û bi awayê teleferîkê mekanîzmayek çêkirin. Bi vê mekanîzmayê ji bo çivîk bixwin qaseyên ku firdikên nan tê de ne dikişînin jora dara tuyê.  Li navenda Çewligê, çend ciwan ji bo çivîkan xwedî bikin mekanîzmeyek çêkirin. Ciwanên ku bi hev re kafeyekê jî bi rê ve dibin hem karê xwe dikin hem jî bi vê mekanîzmaye bia wayî teleferîkê çêkirine, ji bo çivîk bixwin qaseyên ku firdikên nan tê de ne dikişînin jora dara tuyê.    Ciwan her sibehê firdikên nan dixin qaseyan û dikişînin jora darê û gelek çivîk firdikên di wê qaseyê de dixwin.