Di nav salekê de sê caran hat kuştin! 2019-07-16 09:24:32 STENBOL - Di sala 2018'an de di nav çar mehan de ji bo Abdulkerîm Avras hat gotin ku li Gîreûn û Dersimê jiyana xwe ji dest daye. Lê belê malbat çi kir û nekir cenazeyê Avras nedît. Her wiha meha borî careke din ji bo Avras hat gotin jiyana xwe ji dest daye. Kek Hasan Avras, got: "Mirovek sê caran tê kuştin û veşartin. Ev îşkence ye."    Hatibû derpêşkirin ku Abdulkerîm Avras ê HPG'î di 12'ê Îlon a 2018'an de di şerê li bejahiya navçeya Yaylidere ya Gîresînê de jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê malbatê xwest cenazeyê xwe hilgire, lê çi kir jî cenaze nedît. Vê carê ji malbatê re hat gotin ku di 21'ê Kanûn a 2018'an di şerê li Geliyê Mûnzûr a Dêrsimê de jiyana xwe ji dest daye. Pêşî xebera mirina Avras li ser hesabê "@osmanli_hatunu153" ê instagramê hat parvekirin. Li ser vê malbat serî li Dozgeriya Komarê ya Pulurê da. Her wiha dewletê Avras xistibû nav lîsteya gewr û ji bo wî 300 hezar TL xelat diyar kiribû.   Birayê wî Hasan Avras, bilêv kir ku dozgeriya Pulurê ji wan re gotiye "We ji ku bihîstiye û paşê gotiye: "Niha biçin. Eger rast be jixwe hûn ê bibihîsin û werin cenazeyê xwe hilgirin."    CAREKE DIN HAT KUŞTIN!    Di 23'yê Hezîranê de careke din ji bo Avras hat gotin ku jiyana xwe ji dest daye. Wezareta Karên Navxweyî ji bo Avras daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de got: "Berpirsiyarê Çapemeniyê yê Qada Dêrsimê Abdlukerîm Avras ê bi bernavê Rizgar ku ji bo serê wî 300 hezar TL hatibû danîn û di nav lîsteya gewr de ye hatiye kuştin." Li ser malbat ji bo cenaze çû Saziya Tiba Edlî (ATK) a Meletiyê û cenazeyekî ku riziya bû dan malbatê.    Hasan Avras, diyar kir ku cenazeyê ku dan wan cenazeyekî kevn bû û got: "Me birin cihekî ku mirov nizane morg e. Li wir dîmenên derî mirovahiyê hebûn. Cenaze avêtibûns er hevdu. Cenazeyê nîşanî min dan û gotin birayê te ye, serê wî û sînga wî şewitandîbû. Peywirdarê morgê ji me re got 'Ev cenaze ne nû ne. Ji zûv de li vira ne.' Wexta me cenaze hilgirt û em ketin rê, leşkeran em dn sekinandin û li cenaze nerîn û gotin 'ev ne nû ye.' Me cenaze neşûşt. Hema bêje bi riziya bû. Bû çend care wisa dikin. ev îşkence ye. Sê car in xebera şehadeta wî ji me re tê. Ev pri zehmet e. Mirovek sê caran tê kuştin û veşartin. Ev îşkence ye."    'HIQÛQEKE ŞER JÎ HEYE'    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî, diyar kir ku sê caran xebera mirina kesekî li dijî Peymana Hiqûqa Şerî ya Navnetewî ye. Keskîn, destnîşan kir ku hiqûqeke şer jî heye û got: "Ji bo kesekî sê caran tê gotin hatiye kuştin û bi tu awayî xeberê nadin malbatê. Tu eleqeya vê bi hiqûqê re tune ye. Herî dawî Wezareta Karên Navxweyî daxuyaniyek dan û malbatê cenaze girt. Derket holê ku cenaze kevn e û riziyye. Bi vî awayî Peymana Hiqûqa Şerî ay Navnetewî bi temamî hatiye binpêkirin. Çi dibe bila bibe divê xebera rast bidin malbatê. Ev mafekî mirovî ye. Pêşniyarek min ji bo malbatê heye; divê gorê veke û careke din doza otopsiyê bike. Ancax bi vî awayî agahiya rats derkeve holê."    Her wiha Keskîn bal kişand ser hesabê înstagramê yên bi navê "@osmanli_hatunu153" ku mirina Avras parve kiribû û got: "Kî van hesaban bi kar tîne, ev agahî çawa digihîje wan. Divê ev kes bên tespîtkirin." Keskîn, bilêv kir ku ji bo ev hesabê navbirî yê înstagramê bê tespîtkirin ew ê serî li dozgeriyê bidin.