ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-16 09:00:27 *Muzîkjen Mehmûd Berazî bi terzê xwe muzîka berxwedana kurdan estetîze dike û bi vê yekê jî xwe dispêre folklora kurdî. Tîhna xwe û civakê bi afirîneriya muzîkek xweşik dişkêne. Berazî ji bo karê xwe wiha got: "Vejîna ku vê şoreşê di rihê mirovan û xakê de ava kir, dibe ku muzîk û huner bibe ziman û wergera wê. Me xwest destanên liberxwedanê yên li Rojava mayînde bikin." * Weqfa Lêkolina Siyaset, Aborî û Civakê (SETA) ku bi amadekirina raporê ya derheqê rojnamevanan de ketibû rojevê, hedefa “Operasyona Pençê” ya TSK dimeşîne wekî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bi cihbûna li Herêma Kurdistan a Federe ya Iraqê analîz kir.     * Ji ber nepaqijiyê 11 hezar û 368 TL cezayê pereyî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat birîn.    * Di sala 2018'an de di nav çar mehan de ji bo Abdulkerîm Avras hat gotin ku li Gîreûn û Dersimê jiyana xwe ji dest daye. Lê belê malbat çi kir û nekir cenazeyê Avras nedît. Her wiha meha borî careke din ji bo Avras hat gotin jiyana xwe ji dest daye. Kek Hasan Avras, got: "Mirovek sê caran tê kuştin û veşartin. Ev îşkence ye."    * Santrala Termîkê ya Silopiyayê ya Koma Cînerê, ji ber rê li ber qirkirina xwezayê vedike û ji ber dibe sedema mirina mirovan di rojevê de ye. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê, di 3 salên dawî de li tevahiya bajêr 511 kes mirine û li Silopiyayê jî 11 hezar astengdar hene û got, sedema van qewimînan jî santrala termîkê ye.    * Li Çewligê, çend ciwan hatin cem hev û bi awayê teleferîkê mekanîzmayek çêkirin. Bi vê mekanîzmayê ji bo çivîk bixwin qaseyên ku firdikên nan tê de ne dikişînin jora dara tuyê.    * Li Bismilê, şaredariyê 100 donim erd tahsîsî 50 malbatî kir û ev malbat hewl didin bi keda jinê aboriya komunal ava bikin. Wê jin berên xwe yên şîn bên bêyî navbeynkaran li bazaran bifiroşin.    * Wê di mîhrîcana îsal a Çand û Xwezayê ya Dersimê de, li dijî êrîşên li hemberî çand, ziman, xweza û baweriyê bertek bên nîşandan û wê xwedî li navê 'Dersimê' bê derketin.   * Danişîna 50 parêzerên kurd ên ku ji "Doza KCK'ê ya Parêzeran" tên darizandin dê li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza 11 parêzvanê mafê mirovan ên ji doza Buyukadayê tên darizandin dê li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî operasyona Efrînê derketibûn û ku tên darizandin dê li 32'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Platformên Şaxan ên KESK'ê dê li gelek bajaran têkildarî Peymana Komkarî daxuyaniyên çapemeniyê bidin. (12.30)