Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan 2019-07-15 18:26:19   MÊRDÎN – Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan.    Nûçegihanê me Ahmet Kanbal ku duh na pêr li navenda Mêrdînê dema diçû malê hat binçavkirin, piştî karên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr sewqî dozgeriyê hat kirin. Kanbal ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê "kontrola edlî" sewqî Dadgeha Nobedar hat kirin. Dadgehê jî bi şertê "kontrolkirina edlî û qedexekirina derketina derveyî welat" Kanbal berda.